Sembola têkoşînê ya rengên kesk, sor û zer:Meryem Sivil 2021-11-20 09:12:26   Hikmet Tunç   WAN - Dayika Aştiyê Meryem Sivîla ku li hemberî tundiya mêr-dewletê bi rengên kesk, sor û zer xwe dixemilîne û bi nîşaneya azadiyê re abluqeya polîsan dişkîne yek ji sembolên têkoşînê ye. Kurê Meryemê bi salan e xeber jê nayê girtin û mezelekî wê jî tune ye. Meryemê bi hêviya ku wê kurê wê, wê bibîne an jî vegere timî cilên kesk, sor û zer li xwe dike.   25'ê Mijdara 1960'î li Komara Domînîk, Xwişkên Mirabal (Minerva, Maria Teresa û Patria) ên li dijî dîktatoriya Trojîllo serî rakirin bi hawekî hovane hatin qetilkirin. 25’ê Mijdara ku yek ji rojên herî zêde bandora xwe li ser têkoşîna jinê dike weke roja têkoşîna li hemberî tundiya li ser jinê û piştevaniya jinê ya navneteweyî hate erêkirin. Jinên ku ji Efrîqa heya Rojhilata Navîn li hemberî tundî, gef, desthilatdarî û polîtîkayên jinê tune dihesibînin têdikoşin, hewil didin têkoşîna xwe di sedsala 21’emîn de bi berxwedana polîtîk re bigihînin lûtkeyê.   Ji ber çaresernekirina pirsgirêka kurdan a li Tirkiyeyê, jinên kurd du qat rastî tundî, gef û koçberiyê tên. Jinên kurd di rewşeke ku ji zimanê wan, rengê wan û heta ji mûzîka wan re jî nayê tehemulkirin de têkoşîna nasname, aştî û jinê didin meşandin ango di heman demê de jî li hemberî jenosîda çandî li berxwe didin. Jinên bi cil û bergên xwe yên neteweyî di pêşiya çalakiyan de dimeşin, balê dikişînin ser têkoşîna nasname û aştiyê. Yek ji kesên ku vê têkoşînê dide jî Dayika Aştiyê Meryem Sivîl a 75 salî ye.   Meryem a ku bêje di hemû çalakiyan de bi cil û berg, kember, laçik û xişir ên xwe yên kesk, sor û zer beşdar dibe, kêyfxweşî, ken, girî û êşên ku veşartî hiştiye ji ajansa me re vedike. Em dibin mêvanê Meryema ku mala wê li taxa Suphana girêdayî navçeya Edremîtê ye. Em Meryemê bi cil û bergên wê yên rengîn ve dema ku bi erebeya destan axê dikişîne zeviyê dibînin. Em niha jî berê xwe didin jiyana wê.   Her cil û ber çîrokek wan heye..   Meryemê, sindoqa xwe ya ku di quncika malê de cih digire nîşanî me dike. Meryemê bi mifteyekê cardin bi benê kesk, sor û zer hatiye nexişandin re sindoqê vedike. Di hundirê sindoqê de cil û bergên neteweyî bi xweşikahî hatine rêzkirin. Hinek ji cilên neteweyî ku rengên wan bi taybetî bi rengên kesk, sor û zer hatiye nexişandin bi hêviya ku rojekê lawê wê bibîne, hinek ji bo 8’ê Adarê yan jî Newrozê hatine dirûtin.   Meryemê ji bo cilên xwe nîşanî me bide yek bi yek derdixe û li xwe dike. Ji me re dibêje “Hîna gelek cilên min hene ku ji van xweşiktir in jî. Lê belê ji ber serdegirtinên polîsan ez nikarim hemû cilên xwe li gel hev bigirim. Dema polîs wan dibînin bertek nîşanê cilan didin. Ji bo ji zarokên min re jî pirsgirêk dernekevin ez wan li gel hev nagirim.   'Ber bi rojê ve gotin xwe amade bike, em diçin'   Meryem a li navçeya Eruhê ya girêdayî navçeya Sêrtê ji dayik dibe, li navçeya Elkê ya girêdayî Şirnexê ye bi cih dibe. Meryemê hîna di temenê xwe yê biçûk de bavê wê jiyana xwe ji dest dide. Lewra ji deshilatiya mêr xilas nabe û rastî tundiya birayê xwe tê. Di 12 saliya xwe de bi mêrekî ku bi salan jê mezintir e, serhewî tê zewicandin. Meryem a ku bi zora birayê xwe tê zewicandin zewaca xwe û tundiya ji birayê xwe dîtiye wisa vedibêje: “Ez hîna zarok bûm, min fam nedikir. Hevjîna birayê min jiyana xwe ji dest dabû. Wî dixwest car din bizewice. Şevekê şandeyek ku ji du jin û dû mêran pêk tê hatin mala me. Birayê min got hatine kirîn firotina pez. Lewra ber bi rojê ve birayê min got ‘xwe hazir bike tu diçî’. Çawa ku min got ez diçim ku wî min derxist ji derve. Saetên zû bû, hîna roj baş derneketibû. Tam nayê bîra min lê bawer im min li hêstirekî siwar kirin û ketin rê.   Ji bo mêr nemirin Meryemê jiyana xwe feda kir   Piştî saetan Meryemê digihêje gundekî ku qet nas nake û li wir bi mehra mela re tên zewicandin. Hîna wê demê Meryemê dielime ku ew ê were zewicandin. Lewra ew çiqas bertek nîşan dide jî kes guh nade bertekên wê. Birayê wê li hemberî bertekan dijbertiya xwe dide berdewamkirin û jinên gund jî ji bo qenehkirina Meryemê dixe nava tevgerê. Ji wê re dibêjin ‘ger tu qebûl nekî wê di navbera zilaman de acizî derkece û wê hevdû bikujin.’ Li diji vê Meryemê dibêje ‘Ez bimirim jî ez bi mêrekî di temanê bavê xwe re na zewicim.’ Vê carê jî birayê wê dibêje ger tu nezewicî ez ê xwe bikujim. Ji ber hemû gefan Meryemê neçar dimîne ku bizewice."   Zarokên mêrê ku pê re hatiye zewicandin jê mezintir in   Meryemê ya ku bi her awayî rastî tundiya mêrê pêre hatiye zewicandin tê dibêje: “Ji hevjîna xwe ya yekem 3 zarokên wî hebûn. Zarokên wî bi salan ji min mezintir bûn. Ez ji wan re bûm dayik. Di mal de û ji derve de jî li ser milê min barên mezin hebûn. Bi van yekan re xizantî jî weke barekî mezin li ser milê min bû. Piştî zewacê di demeke kurt de jî min zaroka xwe bi xwe anî dinê. Birayê hevjînê min ji wê demê de mir. Hevjînê min bi hevjîna birayê xwe re jî zewicî. Bi min re sê hevjînên wî çêbûn. Min temaşeyê zarokên birayê wî yên êtîm mane jî dikir.”   'Li rex tundiya mêr, tundiya dewletê dest pê kir'   Meryemê ya ku hîna di zarokatiya xwe de tundiya mêr nas dike, ber bi salên 90’î ve dibe şahidê êrişên li ser kurdan û valakirinên gundan. Yek ji hezaran kurdên ku bi zorê hatin koçkirin bû. Meryemê diyar dike ku ji ber wan îxanet ango çetetî qebûl nekirin gundên wan hatin şewitandin û valakirin. Meryemê wiha çîroka xwe dide berdewamkirin: “Operesyonek mezin li ser gund çêbû. Bi sedan leşker hatin. Me cilên xwe jî kom nekir. Agir berdan malê û li pêş me şewitandin, tune kirin. Em ji wir hatin Wanê. Me li vir carna nan jî nedidît ku em bixwin. Piştî koçberiyê jî zehmetî berdewam dikir.”   Li dijî tundiyê bi têkoşînê re jiyana xwe dewam kir   Meryema ku piştî koçberiyê têkoşîna jiyanê dide hevjînê xwe jî winda dike. Ew di nava xizaniyê de têkoşîna xwe dide dewamkirin. Ji ber gef û zilma dewletê zarokekî Meryemê jî berê xwe dide nava refên têkoşîna azadiyê. Meryema ku dibêje piştî koçberiyê jî zehmetî dewam dike wiha diyar dike ku ew tim bi girtin û binçavkirinan re rû bi rû diman. Ew li dijî tundiya mêr-dewletê têkoşîna xwe bi rengên kesk, sor û zer re dixemilîne. Timî li pêşiya çalakiyê bi rengê xwe balê dikişîne. Ew di nava ablûqeya polîsan de bi tiliyên xwe yên tim li hewa azadiyê nîşan dike, radike. Ew ruxmê temen û pirsgirêkên xwe yên tendirustiyê timî di çalakiyan de cih digire. Bi taybetî ew bi vê dîmenê xwe  dikeve qedraja me. Kenê wê, têkoşîna wê di hişan de dimîne.   'Ez van rengan ji bo kurê xwe li xwe dikim'   Çend rondik ji çavên bi ken ên Meryemê dikevin. Meryema ku ruxmê tiştê jiyaye tim bi ken temaşe dike niha xemgîn û dilsoj temaşe dike. Niha jî ji kurê xwe dibêje: “Kurê min şivan bû. Wî zilm qebûl nekir û li hemberî wê rabû. Tevlî nava refên gerîla bû. Dema ew li çiyê bû, ez bi cil û bergên kesk, sor û zer ve çûm çalakiyan. Yên ku min wisa didîtin wêneyê min dikişandin. Bi îhtimaleke ku wê kurê min, min bibîne, min timî heman cil li xwe kir. Di heman demê de jî ev bertekek li hemberî nîjadperestiya dewletê bû. Bi cil û bergên xwe ve min bala her kesî kişand. Min hês dikir ku kurê min, min dibîne. Ji ber vê sedemê jî ez tim bi van rengan beşdar bûm.”   'Mezelekî ku ez serdanê jî bikim tune ye'   Meryem a ku dibêje min di tv'yê de dît ku kurê min di şerekî de jiyana xwe ji dest daye wiha got: “Bi hêviya ku ez ê wî bibînim bi caran ez li pey çûm  û ez lê geriyam. Bi rojan ez lê geriyam. Lê min nedît û min bihîst ku şehît ketiye. Bi ser şahadeta wî re sal derbas dibin. Cenazeyê wî jî nedan min. Mezelekî wî yê ez serdanê bikim jî tune ye.”   'Bila zimanê me û çanda me azad be'   Meryema ku bi salane bedelê kurdbûna xwe dide herî dawî van gotinan parve dike: “Ez bi kurdbûna xwe serbilind im. Bi salane em ji bo aştiyê têdikoşin. Lewra li hemberî vê xwesteka me timî şer hat jiyîn. Bi hezaran ciwanan jiyana xwe ji dest dan. Daxwaza min tenê ew e ku ez bi çavên dinê aştiyekê bibînim û piştre bimirim. Êdî bes e! Bila şer bisekine, girtîgeh bila werin valakirin. Bila zimanê me û çanda me azad be.”