Tevgera Jinên Azad tevî êrîş û zextan kete sala 6’an 2021-11-20 09:09:56   AMED - TJA ji dîroka avabûye heta niha ji gelek kampanyayan re pêşengtî kir. Her roja diçe hejmara girtinên li dijî aktîvîstên wê jî zêde dibe. Herî dawî di 13'yê îlonê de 30 sal ceza dan Berdevka Demê TJA’yê Ayşe Gokkan.   Tevgera Jinên Azad (TJA), ji sala 1990'î û vir ve li dijî zext û êrîşan li gelek qadan di encama têkoşînên mezin de gelek destkeftiyan bidestxist. Tevgerê, li hemberî hişmendiya pergala mêr-dewletê ya jinan di nava çar dîwaran de heps dike, bi dirûşma “Wekhevî, edalet û azadî” li qadan, li sazî û komeleyan cîh girt.    Kongreya Jinên Azad (KJA) jî ku di qadên jinan de xebat meşand û li herêmê kampanyayên girîng da meşandin, di 12'yê mijdara 2016’an de di pêvajoya Rewşa Awarte (OHAL) de, bi biryara Wezareta Karê Hûndir ve hate girtin. Girtina KJA’yê li gelek bajaran hat şermezarkirin û piştî vê yekê jinan dest bi rêxistineke nû kirin. Di encama xebatên rêxistinî de, jinan di 20'ê Mijdara 2016’an de, li ser banga Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a “Em li dijî darbeyan têkoşîna xwe bi rêxistin dikin”, bi beşdariyên ji Tirkiyê û bajarên herêmê, hevdîtina jinan pêk anî.    Lihevcivîna jinan diyarî Zehra Eplî ya ku li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê bedena xwe dabû ber agir hate kirin.    Di encama li hevcivînê de jinan dest bi modeleke rêxistinê ya nû kirin û damezirandina Tevgera Jinên Azad (TJA) îlan kirin.    TJA, sedemên damezirandina xwe di bin van sernavan de îlan kiribû:    * Jiholêrakirina pergala tecrîda di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de tê kûrkirin.    * Bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser jinê, têkoşîna li dijî faşîzmê ji 25’ê Mijdarê ve dest pê bike û bê navbêr heta têkbirina faşîzmê berdewam bike.    * Li hemberî kiryarên bi Biryarnameyên di Hûqmê Qanûnan (KHK) de hatine kirin, di serî de girtina KJA’yê, li dijî rawestandina gelek xebatên jinan û mohrkirina deriyên saziyên wan, di têkoşîna jinan a rêxistinkirî de israr in.    * Li hemberî girtinên endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bilindkirina têkoşînê.    *Bilindkirina biryardariya têkoşîna li dijî şîdeta mêr-dewletê.   Kampanyayên ku hatin meşandin   TJA, hewil da xwe bigîjîne her qada ku jin lê dijî, di vê çarçoveyê de jî gelek kampanya da desptêkirin. Di çarçoveya kampanyayan de TJA’yê pirsgirêkên jinan girt dest û ji bo van pirsgirêkan pêşniyarên çareseriyê pêş xist û bi vî awayî qadeke nû ya têkoşînê ji jinan re vekir.    *TJA’yê bi armanca ku balê bikşîne ser siyaseta zext û şîdeta li ser jinê, di 3'yê tebaxa 2017’an de, li Êlihê, bi dirûşma “Em ê Qirkirina Jinan Rawestînin, Jiyanê Azad bikin” kampanyayek da destpêkirin.    *Di 15'ê Îlona 2020’an de, di çarçoveya kampanya “Em xwe diparêzin” de li ser pêdiviya ku divê jin xweparastina xwe ava bikin, dest bi kampanyayekê kir.    Girtin û binçavkirinên li dijî TJA’yê    Ji aliyê din ve ji roja ku TJA hate damezirandin û vir ve, bi sedan aktîvîstên wê hatin binçavkirin û girtin. Dewletê weke hinceta girtinan jî xebatên wan, daxuyaniyên wan û serdan û kampanyayên ku meşandibûn weke sedem nîşan dan.    * Di çarçoveya operasyonên ku di 22'yê gulana 2020’an de hatin destpêkirin de, li Riha, Amed û Wanê 9 jinên ku di nav wan de aktîvîstên TJA’yê jî hebûn, hatin binçavkirin.   *Di 5’ê nîsana 2021'ê de, di çarçoveya operasyonên ku li navenda Amedê hatin destpêkirin, aktîvîstên TJA’yê û endamên Komeleya Jinan a Roza hatin binçavkirin. Piştî pêvajoya binçavkirinê aktîvîstên TJA’yê Zelal Bîlgîn, Bahar Karakaş Ulug û Rabîa Tekas hatibûn girtin.    Girtina Ayşe Gokkan   Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan, di nava jinên ku pergala dewleta mêr ji xwe re kiribû hedef de cîh digirt. Ayşe Gokkan, ji sedema têkoşîna jinan a ku meşand de, 83 caran hate binçavkirin, derheqê wê de 215 doz hatin vekirin, 600 caran çû dadgehan, di nava rojekê de 17 caran derxistin dadgehê.    Danişîna doza li dijî Ayşeyê ya bi îdîaya “rêvebera rêxistinê” û “endama rêxistinê” roja 27'ê çileyê li Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê hate dîtin. Derheqê Ayşe de ku tevlî danişînê nebû, biryara girtinê hat derxistin. Ayşe Gokkan heman rojê hate binçavkirin, roja 28’ê çileyê derxistin dadgehê û bi tevî parêzerên xwe parastina xwe kir. Piştî parastinê, Ayşe şandin Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tîpa T a Amedê.    Cezayê zîndanê ya 30 salan    Herî dawî di 13’yê îlonê de, di danişîna ku li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 9’emîn de hate dîtin de, bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” 12 sal; dîsa bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 6 meh; bi sûçdariya “bi zanebûn alîkariya rêxistinê kiriye” 6 sal û 6 meh; bi sûçdariya “propagandaya rêxistinê” 3 sal cezayê hepsê hate dayîn. Dadgehê bi tevahî cezayê zîndanê yê 30 salî da û biryar da ku rewşa wê ya girtî berdewam bike.