32 sal derbas bûn, binpêkirina mafên zarokan berdewam e' 2021-11-20 09:07:44   AMED - Parêzer Gazal Bayram Koluman di nirxandina xwe ya 20'ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê de diyar kir ku Tirkiye alîgirê vê peymanê ye û bal kişand ser vê yekê ku tevî di ser peymanê re 32 sal derbas bûn jî  binpêkirinên mafan li hemberî zarokan didomin.   Ji bo parastina zarokan û başkirina şert û mercên jiyanê di 20'ê Mijdara 1989'an de ji aliyê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve "Peymana Mafên Zarokan" hat îmzekirin û 20'ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê hat îlankirin. Tevî ku Tirkiye ji sala 1994'an û vir ve yek ji wan peymanan îmze kiriye jî, binpêkirina mafên zarokan li vî welatî roj bi roj zêde dibe. Tê dîtin ku ev binpêkirinên mafan her ku diçe ber bi herêmê ve duqatan zêde dibe. Enes Ata, Ceylan Onkol, Helîn Şen, Ugur Kaymaz, Cemîle Çagrîga, Şahîn Oner, Ayaz Ozdemîr, Furkan Oner, Cîhat Morgul, Rozerîn Çukur, Efe Tektekîn û bi dehan zarokên din di encama polîtîkayên şer ên dewletê de hatin qetilkirin.   Ji parêzerên Baroya Amedê Gazal Bayram Koluman derbarê binpêkirinên mafan ên li ser zarokan hem li welat hem jî li herêmê nirxandinan kir.   'Tirkiye li ser sê xalan îhtiraz kir'   Gazalê diyar kir ku dewletên navneteweyî di sala 1989'an de ji bo peymaneke neteweyî pêk bînin hatin gel hev û îro Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ji aliyê 193 welatan ve hat qebûlkirin. Gazal got, “Ji wê demê û vir ve 20’ê Mijdarê weke Roja Mafên Zarokan a Cîhanê hatiye îlankirin. Peymanan mafên zarokan di nav xwe de kîjan mafan dihewîne? Ev tê wê wateyê ku dewletên alîgir divê hemû tedbîrên ku ji destê wan tê bigirin ji bo ku ew mafên ku wek ferd bi wan re çêbûne qebûl bikin û zarok jî bibin xwedî van mafan, bijîn û bigihîje van mafan. Tirkiye jî ji kêliya destpêkê ve bûye alîgirê vê peymanê. Sê gotar hene ku Tirkiye li ser wan îhtiraz kiriye. Ev xalên 17, 29 û 30'ê ne. Ev gotar ji bo zarokên kêmaran ên li welêt dijîn ji bo ku bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibin û çanda xwe zindî bihêlin astenga herî mezin e. Em her sal diyar dikin ku divê Tirkiye van qedexeyan rake.”   'Nexwendina bi zimanê dayikê binpêkirina mafan e'   Gazal di derbarê dezawantajên astengkirina xalên 17, 29 û 30 de ji bo zarokan, diyar kir ku zarokên ku nikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibin, di warê perwerdê de ji hevalên xwe yên din kêm dimînin û piştî wê gelelek zarok ji ber vê netegihîştinê  serî li navendên rehabîlîtasyonê didin. Gazal got: “Ji ber vê yekê li Kurdistanê astengiya herî mezin a li pêşiya perwerdeya zarokan a bi zimanê zikmakî ku pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê ye, hê nehatiye rakirin. Helbet di çarçoveya vê peymanê de mafê jiyanê, mafê tenduristiyê, mafê malnişîniyê dewleta civakî ye û pêwîstiya bûyîna alîgirê peymanê jî mafên ku di bin berpirsyariya dewletê de ne.   'Qezayên wesayîtên zirxî roj bi roj zêde dibin'   Gazal diyar kir ku bi taybet li herêmê gelek zarok ji ber lêdana maşîna zirxî yan jî ji ber mayînan jiyana xwe ji dest dane û bal kişand ser ku piraniya zarokên sax mane, yekitiya xwe ya fizîkî winda kirine. Gazal, anî ziman ku hikûmetê di vî warî de tedbîr nagirin û zarokan naparêzin û wiha bi lêv kir: “Roj rojek derbas dibe ku em nebihîzin ku wesayîtên zirxî qelibîn. Sedema bingehîn a vê jî bêguman nêzîkatiya Dewleta Tirk a bi polîtîkaya ewlekariyê ya li pirsgirêka kurd e. Bi gotineke din em dikarin bibêjin ku di encama zêdekirina polîtîkayên ewlehiyê yên li navendên bajaran de maşînên zirxî pir bi rehetî seferê dikin. Dema ev qeza diqewimin, gelo divê wekî qezaya trafîkê were binavkirin an jî wekî polîtîkaya ewlehiyê ya dewletê were binavkirin? Mixabin hem rê û hem jî rêbaza hikûmetê, bêcezakirina lêpirsînên îdarî yên hêzên ewlekarî û bi cezayên pir biçûk di proseya dadwerî ya ku li dijî wan hatiye vekirin de jî bandorê li wan dike.   'Peyman hat îmzekirin lê paqijî dest pê nekir'   Gazal da zanîn ku bermahiyên şer û mayinan jî dibin sedema binpêkirina mafê jiyanê û wiha axivî: "Tirkiyê li gorî Peymana Otava ku ew alîgirê wê ye, wan deverên mayinkirî paqij dike. Gazal, anî ziman ku di ser peymanê re 16 sal derbas bûne û diyar kir ku Tirkiye ji bo paqijkirina mayinan jî ti însiyatîf negirtiye. Em dikarin bibêjin ku Ceylan Onkol li Licê, birayên Nupelda û Ayaz ên li Dêrsimê mirin. Di sala 2019'an de encama bermahiyên şer in. Her wiha divê zarok ji aliyê mafê xwe yê tenduristiyê ve xwedî mafê jiyana di jîngeheke xwezayî û paqij de bin."   'Ji bo parastina mafên zarokan siyaset nayê kirin'   Herî dawî Gazal ev tişt anî ziman: “Divê were destnîşankirin ku; hem li herêmê û hem jî li tevahiya Tirkiyeyê pêşî li êrişa zayendî ya li hemberî zarokan û zewaca zarokan nayê girtin. Darazê bi zîhniyeteke mêraniyê nêzî bûyeran dibe û faîlan diparêz e û serbest berdide. Dîsa di van bûyeran de eger kiryar karmendên dewletê bin, bi helwesteke alîgir tên bereatkirin. Li gel van serpêhatiyan, bi pandemiyê re, bûyerên êrişa zayendî ya li hemberî zarokan û zêdebûna xizaniyê, kedxwariya zarokan jî zêde bûye. Yanî 32 sal di ser îmzekirina peymanê re derbas dibe, lê her sal em dubare dikin, li gorî sala borî zêdebûna binpêkirina mafên zarokan her ku diçe zêdetir dibe. Sedema bingehîn a vê yekê jî ew e ku hikûmet û partiyên din ên muxalefetê nikarin di warê mafên zarokan de siyasetê bimeşînin. Ez hêvî dikim ku di pêşerojê de êdî behsa binpêkirina mafan neyê kirin."