ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2021'Ê 2021-11-20 09:00:00   *Jinên Amedê destnîşan kirin ku polîtîkayên bêceza hiştine dibe sedema qetîlkirina jinan û gotin: “Qedera me ya jinan ne kuştin e. Gava jin parastina xwe dike tê darizandin, lê mêrên kujer jî bi tu awayî nayên cezakirin. Ev tişt jî tê wateya kujer cesaretê ji qanûnên desthilatdar digire." BI DÎMEN      *Endama Komîteya Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Hêvî Silêmen di derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de wiha got:"Projeya Rêber Apo çareseriya Rojhlata Navîn e loma bêdengiya dewletên navneteweyî ya li hember tecrîda girankirî ya li ser Rêberê me tê wateya hevkariya wan a bi dewleta tirk re." BI DÎMEN    *Dayikên Aştiyê ku bertek nîşanê pêkanînên PDK’ê yên desteserkirina cenazeyên HPG’yiyan dan, bang li Mesût Barzanî kirin û wiha gotin: “Dawî li vê rijandina xwîna kurdan bînin û cenazeyên zarokên dayikan radestî wan bikin.”BI DÎMEN    * TJA ji dîroka avabûye heta niha ji gelek kampanyayan re pêşengtî kir. Her roja diçe hejmara girtinên li dijî aktîvîstên wê jî zêde dibe. Herî dawî di 13'yê îlonê de 30 sal ceza dan Berdevka Demê TJA’yê Ayşe Gokkan.   *Parêzer Gazal Bayram Koluman di nirxandina xwe ya 20'ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê de diyar kir ku Tirkiye alîgirê vê peymanê ye û bal kişand ser vê yekê ku tevî di ser peymanê re 32 sal derbas bûn jî  binpêkirinên mafan li hemberî zarokan didomin. BI DÎMEN    *Dayika Aştiyê Meryem Sivîla ku li hemberî tundiya mêr-dewletê bi rengên kesk, sor û zer xwe dixemilîne û bi nîşaneya azadiyê re abluqeya polîsan dişkîne yek ji sembolên têkoşînê ye. Kurê Meryemê bi salan e xeber jê nayê girtin û mezelekî wê jî tune ye. Meryemê bi hêviya ku wê kurê wê, wê bibîne an jî vegere timî cilên kesk, sor û zer li xwe dike. BI DÎMEN