Îlkay Akkaya serdana Malbata Şenyaşar kir 2021-11-19 16:53:18   ÜRIHA - Hunermend Îlkay Akkaya serdana Malbata Şenyaşar kir û got: “Dilê min her dem bi we re ye û ez dixwazim dubare bikim ku ez di wê baweriyê de me ku dê edalet pêk were. Tenê em li kêlek hev cih bigirin.”     Çalakiya Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şanyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 256’emîn de berdewam dike. Îro jî hunermend Îlkay Akkaya serdana malbatê kir û piştgirî da çalakiyê.    Ferît Şenyaşar anî ziman ku li ber edliyeyê 8 meh in li edaletê digerin. Ferît spasiya Akkaya kir û wiha got: "Ji bo hevgirtinê her roj serdana me tê kirin. Îro jî hunermend Îlkay Akkaya ji qadeke cuda ji bo hevgirtinê bi dayika min re ye. Ev hevgirtin ji bo me pir bi qîmet e. Em dixwazin hev piştgirî berdewam bikin.”    Îlkay jî axivî û wiha got: "Bêguman li kêleka mirovên neheqî li wan tê kirin cih girtin, helbet ne cihê spasiyê ye. Ji dema ku bûyer qewimî, bala me hemûyan li vir e. Ji destpêka nobeda malbatê ve dilê min bi malbatê re ye. Em di wê baweriyê de ne ku têkoşîna we bi ser bikeve. We pêvajoyek pir dijwar derbas kir û windahiyek we ya giran çêbû. Dilê min her dem bi we re ye û ez dixwazim dubare bikim ku ez di wê baweriyê de me ku dê edalet pêk were. Tenê em li kêlek hev cih bigirin.”    Piştî axaftinan Emîne Şenyaşar wêneyên qurbaniyên malbata xwe nîşanî Îlkay Akkaya da û xemgîn bû. Emîne Şenyaşar got: “Divê em bi hêz bin.”    Îlkay Akkaya demek li gel malbatê nobed girt û ji wir veqetiya.