'Em ê têkoşîna xwe mezin bikin' 2021-11-19 15:36:14   AMED - Komeleya Jinan a Rosayê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hemberî Tundiya li ser Jinê li hev kom bûn û gotûbêj kirin. Seroka komeleyê Adalet Kaya axivî û diyar kir ku ew ê li hemberî tundiyê her tim di xeta xwe de rawestin û li berxwe bidin.   Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Roja Têkoşîna li hemberî Tundiya li ser Jinê xebatên jinan bi rojane berdewam dikin. Komeleya Jinan a Rosayê jî bi heman armancê hevdîtinek li dar xist. Di hevdîtinê de seroka komeleyê Adalet Kaya nirxandin parve kir û herî dawî jî hemû jinan mafê axaftinê girt.   'Em ê têkoşîna xwe mezin bikin'   Adaletê bal kişand ser polîtîkayên êrişên taybet ên li ser jinê hatine şidandin û wiha berdewam kir: "Her ku diçe êrişa li hember jinê giran dibe. Mixabin tirkiye peyman û qanûnên ku bi xwe îmze dike jî naxe meriyetê û pêk nayne. Bi aybetî jî ev polîtîkayên xwe li dijî jinên kurd didin meşandin. Li hemberî herêmê polîtîkayên xizanikirinê, fuhuş û fêrkirina tiryakê didin kirin. Îro bi minasebeta 25'ê Mijdarê em diyar dikin ku em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Li djî wê bê guman e ku em ê berxwedana xwe û rêxistina xwe ya jinan jî mezin bikin."   Piştî hevdîtinê jinan govend gerand û bi tilîlîyan, dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" çalakiya xwe bi dawî anîn.