DFG: Rojnamegeran dikin hedef 2021-11-19 15:32:15     AMED - DFG'ê bertek nîşanî biserdegirtina mala nûçegîhana me Hikmet Tunç û binçavkirina nûçegîhanê MA'yê Emrullah Acar da û da zanîn rojnameger hedef tên girtin.    Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG), derbarê biserdegirtina mala nûçegîhana me Hikmet Tunç a li Wanê û binçavkirina nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê Emrûllah Acar a li Rihayê de daxuyaniyeke nivîskî da. DFG'ê, di daxuyaniya xwe de bertek nîşanî binçavirina Emrullah û lêgerîna li mala Hikmet da û  têkildarî mijarê ev tişt got: "Zextên li ser rojnamegeran bi dawî nabin. Her roj bi hincetên vala yên cuda bi ser malên rojnamegeran de tê girtin û tên binçavkirin. Hewla astengkirina karê rojnamegeran tê dayîn. Bi lêgerîna mala rojnameger Hîkmet Tûnç a bi hinceta "Îxbara bombeyê" hedef nîşandina rojnamegeran e."   'Rojnamegerî ne sûc e'   Di berdewama daxuyaniya xwe de DFG'ê bal kişand ser armanca binçavkirina Emrullah û lêgerîna li mala Hikmet û wiha got: "Em bi awayekî zelal bawer in ku kesên bi ser mala hevala me Hîkmet Tûnç de girtin baş zanibûna ku li muhîmat tune bûye. Dîsa kesên ku hevalê me Emrûllah Acar binçav kirine jî baş zanibûna ku ji bilî karê rojnamegeriyê xebateke wî ya din tune ye. Armanca vê tenê sûcdar nîşandina rojnamegeran û dûrxistina wan a ji rojnamegeriyê ye. Weke Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê, em daxwaz dikin ku serdegirtin, zext, binçavkirin û girtina rojnamegeran bi dawî bibe. Em van pêkanîna qebûl nakin û diyar dikin ku ji van pêkanînan natirsin jî. Karê rojnamegeriyê karekî bi rûmet ê parastina agahî girtina gel e. Yanî rojnamegerî ne sûc e."