'Heta edalet pêk bê em ê çalakiya xwe dewam bikin' 2021-11-19 15:20:03     AMED - Jinên malbata, Hamdiye Şik a ku ji hêla sercerdevan Mahmut Karaaslan û kurê wî Sîdar Karaaslan ve hat qetilkirin, duh dest bi çalakiya nobeta edaletê kiribûn. Jinan destnîşan kirin ku Mahmut Karaaslan baweriya xwe bi pere û dewletê anîye.      Di 20’ê tîrmeha 2020’î de li gundê Kagitli yê bi ser navçeya Bismila Amedê ve sercerdevan Mahmut Karaarslan û lawên xwe bi sedema nelihevkirina erdan êrişî hevjîna xwe ya bi mehra olî Hamdiye Şik û zarokên wê kiribûn. Di encama êrişê de Hamdiye Şik (61) û lawê wê Kadîr Karaarslan (26) hatibûn kuştin. Lawên sercerdevan Serdar, Sîdar, Serhat, Mazlum û Zafer  Karaarslan jî hevkariya bavê xwe kirine. Mahmut Karaarslan û 5 lawên xwe girtî dihatin darizandin. Dadgehê bi biryara navbera danişînê sercerdevan Mahmut Karaarslan û lawê wî Sîdar Karaarslan ê cerdevan rojên borî tehliye kir. Her wiha hat îdiakirin ku her du jî bi navbeynkariya rêveberên MHP'a Amedê bi 10 hezar TL'yî hatine berdan.    Zarokên Hamdiye Şik a ku hate qetilkirin, bûkên wê yên di bûyerê de birîndar bûbûn û nebiyên wê, li dijî berdana sercerdevan Mahmut Karaaslan û kurê wî Sîdar Karaaslan, duh li ber Edliyeya Amedê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakiya wan îro di roja xwe ya 2’yemîn li ber edliyeyê berdewam dike.   ‘Dewlet jî ez im, qanûn jî ez im’   Keça Hamdiye Şik, Sevînç Karaaslan diyar kir ku heya ku dengê wan bê bihîstin ew ê jî çalakiya xwe re berdewam bikin û wiha axivî: “Mahmût Karaaslan di pêvajoya girtinê de hertim digot pereyê min heye, dewlet jî ez im, qanûn jî ez im, ez ê derkevim. Me nexwest ji wan gotinan re bawer bikin. Ji ber ku doz berdewam dikir. Di 22'yê Cotmehê de di danişîna wî de biryara berdewamkirina girtina wî hatibû dayîn. Lê belê di navbera danîşîna doza wî de serbest hatiye berdan. Me di e-dewletê de bi tesadufî dît ku serbest hatine berdan. Di vê bûyerê de gelek nav jî hene ku dibêjin bi ruşvetê hatine berdan.”   ‘Heta edalet pêk bê em ê çalakiya xwe dewam bikin’   Keça Hamdiyeyê, Sertaç Karaaslan jî destnîşan kir ku bila hemû kes ev bêhiqûqî û bêedaletiyê bibîne û wiha got: “Li ser me komkujiyek çêbû. Ewqas tişt li ser me ve hate kirin ew çawa serbest hatin berdan. Em şaş mane. Heya ku em bersivek baş negirin em dev ji nobeta xwe bernadin. Ligel van hemû piştrastan heke kujer li derve bin vê gavê edalet tune ye. Em jî bi çalakiya xwe vê rewşê şermezar dikin. Lewra em dengê xwe bilind dikin ku bila hemû kes vê bêhiqûqî û bêedaletiyê bibîne.”   ‘Mahmut Karaaslan baweriya xwe bi pere û dewletê anî’   Xwişka Hamdiye, Şukran Ûçda  jî axivî û diyar kir ku Mahmut Karaaslan baweriya xwe bi pere û dewletê anîye û wiha pê de çû: “Xwişka min bi salan di bin zexta wî de ma û herî dawî xwişka min û kurê wî qetil kir. Heke ev kes serbest hatibe berdan wê demê kî çi sûcî bike jî ew ê werin berdan. Ewlehiya canê me tune ye. Em vî tiştî qebûl nakin. Divê hemû kes li ser vê bûyerê bisekinin. Vî kesî bi awayekî aşkere got ‘Ez baweriya xwe bi pereyê xwe tînim.’ Wî kesî zarokê xwe jî kir cerdevan û komkujî li ser malbatê kir. Mahmût bi hezaran donim zeviyê xwe firot qerekolê û ev bi vî pereyî serbest berdan. Em doza xwişka xwe dikin. Heta ku edalet neyê cih em ê jî çalakiya xwe re berdewam bikin.”   Wê malbat ji xeynî rojên hefteya dawî nobeta xwe ya ji bo edaletê re berdewam bike.