Li Qamişlo Konferansa Meclisa Jinan a Edaleta Civakî 2021-11-19 14:51:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan a Edaleta Civakî ya herêma Cizîrê, bi dirûşma "Bi tekoşîna jinên azad em ê edaleta civakî bi ser bixin" 3'yemîn konferansa xwe li dar dixe. Di konfransê de endama Rêveberiya PYD'ê Foza Yûsiv axivî û got: "Pêwîste em wekî jin sîstema xwe ya edaletê pêş bixin, bi hêz bikin û xwedî lê derkevin."   3’yemîn Konfransa Meclisa Jinan a Edaleta Civakî ya Herêma Cizîrê, li hola Zanîngeha Rojava ya Qamişlo bi tevlîbûna 200 delegeyan bi dirûşma "Bi tekoşîna jinên azad em ê edaleta civakî bi ser bixin" dest pê kir. Nûnerên sazî û rêxistinên sivîl ên jinan ên herêmê tevlî konferansê bûn. Li hola konferansê pankartên “Na ji dagirkeriyê re, na ji kuştina jinan re, na ji xwekuştinê re” û “Şîdeta li ser jinan şîdeta li ser civakî ye” hatin daliqandin.    Her wiha li ser Meclisa Jinan a Edaleta Civakî ya herêma Cizîrê, li ser navê Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin. Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yusif jî di konferansê de axivî û bal kişand ser rewşa herêmê. Her wiha piştî axaftinan rapora xebatê bên xwendin û dê piştre jî encamnameya konferansê bê eşkerakirin.    Endama Rêveberiya PYD'ê Foza Yûsiv di konferansê de axivî û got: "Em 3’emîn konfransa Meclisa Jinê ya Edaleta Civakî  li we hemûyan pîroz dikin. Ji cîhanê bi  giştî re edalet pêwîste lê ya herî girîng edaleta jin pêwîste ji ber ku sistema  edalet û zagonên cîhanî bi hişmendiya jin hatiye avakirin. Li gelek welatan qanûn û lihevkirin ku hatine îmzekirin îptal kirin ji ber ku xizmeta jin dikirin. Îro cîhan di nav ezmeyekê re derbas dibe,  Netewên yekbûyî li qetilkirina jinan temaşe dike û dengê xwe nake ji ber ku ev rêxistin ne di destên jinan de ne. Jin her roj bi rengên herî xirab tên dîlgirtin û kuştin lê ti kes dengê xwe nake, hem li ser kuştina jinan û hem jî kuştina gelê kurd."   Foza, destnîşan kir ku ev sazî ne ji bo parastina mezlûman hat rêxistinkirin, lê belê ji bo parastina mêr hat avakirin û wiha bi lêv kir: "Herî zêde pêwîstiya me bi edaletê heye. Heta di nav malbatê de jin ji hemû mafên xwe mehrûm dimîne, 24 saetan kar û xebat dike û di dawî de jî bê maf dimîne, tevî ku barê jinê zêdetir e lê jin tê perçiqandin û nirxê keda wê ya herî kêm tê dayîn. Ji bo wê pêwîste em wekî jin sîstema xwe ya edaletê pêş bixin, bi hêz bikin û xwedî lê derkevin. Armanca me ya sereke gereke avakirina civakeke bi edalet be û destxistina exlaq û edaletek civakî bêyî sûc û dizî û bêyî hemû tiştên sexte  û xirab da ku em êdî bêyî dadgehan jiyan bikin û em xwe bi xwe edaletê bimeşînin.”