Li Fransayê çalakiyên 25'ê Mijdarê ya jinên kurd 2021-11-19 14:00:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Tevgera Jinên Kurd a li Fransayê bernameya xwe ya çalakiyan eşkera kir û dê li gelek bajaran çalakiyan li dar bixin.   Tevgera Jinên Kurd a li Fransayê (TJK-F) bi wesîleya 25'ê Mijdarê daxuyaniyek da û bernameya xwe ya çalakiyan eşkera kir.    Di daxuyaniyê TJK-F'ê diyar kir ku ew ê 25'ê Mijdara îsal bi ruhekî mezin pêşwazî dikin û wiha hat gotin: "Ji ber vê yekê divê ji her demê bêhtir çalakiyên îsal ên 25'ê Mijdarê bi girseyî û berfireh pêk werin. Bi dirûşma 'Li dijî qikririna jinê, dem dema parastina civaka azad û jin a azad e' bi ruhê berxwedanê tevlî çalakiyên navbera 20 û 27'ê Mijdarê bibin."   Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku dê li Paris, Rennes, Strasbourg, Mulhouse, Marseille, Bordeaux, Montpellier, Draguignan û Toulouse çalakiyên cuda bên lidarxistin. Her wiha TJK-F banga tevlîbûnê li jinan kir.