'Nobeta Edaletê' ya malbata Şenyaşar 256 roj in didome 2021-11-19 13:03:53   RIHA - Malbata Şenyaşar çalakiya "Nobeta Edaletê" 256 roj in didomîne û îro di çalakiyê de ev peyam parvekirin: "Ji bo ku hesabê nedin, welat şewitandin.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 256’emîn de didome. Malbata ku di saetên serê sibê de hat pêşiya edliyeyê nobeta xwe didomîne.    Malbatê ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev peyam parve kir: “Ji bo ku hesabê nedin welat şewitandin. Mirovahî, hiqûq û aboriyê top avêtine. Lê Erdogan rewşa welat xweş nîşan dide. Li Edliyeya Rihayê çav kor, guh ker wijdan bûne kevir. Nobeta me ya Edaletê di roja 256’emîn de didome.”