Dayika Aştiyê: Em ji bo nasnameya xwe têdikoşin 2021-11-19 09:04:06     Medya Uren   MÊRDÎN - Dayika Aştiyê Helîme Işik a ku jiyana xwe ji zarokatiyê ve bi koçberî û serhildanê derbas kiriye îro jî dev ji rêya xwe bernedaye. Helîmeya li ser vê xeta xwe bi israr e wiha dibêje:"Pêwist e her ferdek vê civakê li hemberî bêmafiyan rabe. Kesên zilmê qebûl dikin jî şîrîkê wê zilmê ne. Ji ber vê fêrbûna me, me xwe nas kir û em ji bo nasnameya xwe têdikoşin."   Dayikên Aştiyê di heman demê de dayikên cangoriyan û dayikên şervanan e û her tim jiyana xwe bi têkoşînê derbas kirine. Wan têkoşîn da fêrkirin û mezin kir. Vê jî têra wan nekir ji bo aştiyek mayînde rûxmê temen û nexweşiyên xwe li meydanê li dijî nîjadperestî û qetlîaman li ser lingan in. Ev çanda dayikan weke mîrateyek bê dawî û domdar e.   Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê Helîme Işik jiyana xwe ji me re got li rex êşên ku jiyane dibêje me tucarî xwe nexist bin bandora êşê û diyar dike ku ew li dijî êşê timî li berxwe dide û serî netewand.   Helîme kî ye?         Helîmeya ji gundê Elîpaşa ya girêdayî Xursa Mêrdînê ye di sala 1960'î de tê dinê. Ji ber ku bavê wê ji girtîgehê direve û bi xwe re gelek girtiyan jî rizgar dike demek dirêj jiyanek sirguniyê li ser xetê dijîn. Jiyana wan bi serhildana bavê wê ya li dijî zilmê dest pê dike û ev serhildana wan jî wekî mîrateyekê berdewam dike. Piştî demekê jî vedigerin welat û li vir car din bavê Helîmeyê rastî gef û astengiya dewletê tê. Di vê demê de diya wê bi xwe jî rastî tundiya leşkeran tê û li kolanan dimînin.  Helîmeyê jî hîna di 10 saliya xwe de tê zewicandin û dibe dayika 11 zarokan. Zarokê wê yê mezin beriya 30 salan di 19 saliya xwe de tevlî nava refên gerîla dibe û bi wî re jî bêhtir cihê xwe di nava têkoşînê de digire.   Ber bi metropolên biyanî ve   Helîmeyê û malbata xwe ji ber zilm û gefên dewleta tirk di salên 1996’an de ber bi bajarê Stenbolê ve koç dikin. Li bajarekî biyanî ku bûbû navenda nîjadperestî, bişaftin û êrişên li dijî kurdan de bi cih dibe. Hewil didin li wir jiyana xwe berdewam bikin. Li gorî ku dayika Helîmeyê dibêje jî hîna di serî de astengiyên mezin rastî wan tên. Li wir kesek xanî bi kirê nade wan. Ji ber ku ew Mêrdînî ne. Di nava van şert û mercan de di fabrîqayê de bi zarokan dest bi kar dikin. Helîmeyê wiha dibêje:"Piştî me di kargehan de kar kir û kesên tirk jî me didîtin digotin me nedizanî ku hûn wisa kesên baş in, we weke barbaran didan naskirin lê di aliyê mirovatiyê de hûn ji me baştir in."   Her tim xwe bi rêxistin dike   Helîmeya roj bi roj jiyana xwe bi têkoşînê bi rê ve dibe di aliyê siyasî de jî xwe bi rêxistin dike. Di partiya siyasî ya wê demê de xebatên taxê dide meşandin. Di salên 2014’an de vedigerin Mêrdînê. Bi hatina xwe re jî di Meclîsa Dayikên Aştiyê de cih digire. Di heman demê de hevjînê wê jî di xebatên siyasî de xebatê dide meşandin. Di van deman de derbarê Helîmeyê de gelek dosya tên vekirin û gelek caran jî tê binçavkirin. Lewra hîna weke berdevka Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê erka xwe bi cih tîne.   Tiştê herî zêde bandor li min kiriye komplo bû   Helîmeyê dema li metropla ye xebera koploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di nava sûkê de bi nûçeyên radyoyê dibihîse. Bi bihîstinê re demarên wê tên girtin û ji lingê xwe felc dibe. Bi qasî 8 mehan li ser piştê raketî dimîne. Helîmeyê dibêje bûyera ku herî zêde bandor li min kiriye komplo bû û wiha berdewam dike:"Ez di wê baweriyê de me ku birêz Abdullah Ocalan ji me re bû sedema şiyarbûnekê. Em şiyar bûn û me ji bo nasnameya xwe li berxwe da. Weke Abdullah Ocalan gotiye dibe ku ez werim girtin lê bi hezaran kes hene ku vê dozê bidin meşandin. Bi rastî jî wisa bû. Ew ji bo min bû şikestin lê belê min dît ku ev îxanet ne dawiya me ye."   'Çiya bûn ziyareta me'   Helîmeyê dibêje çiya timî ji kurdan re bûye stargeh û wiha berdewam dike:"Her ku serê kurdan ketiye tengasiyê vekişiyane çiyan û di wir de parastina xwe kirine. Ji ber wê yekê bi dîtina çiyan jî bêhna me tê der. Em bi wê re aram dibin. Bê guman bandora lawê min jî tê de heye. Ev 30 sal in ez wê nabînim û dema çiyan dibînim weke wargeha lawê min tê ber çavên min. Em dayik an berê me li van çiyan e yan li rêya girtîgehan an jî li benda cenazeyan e. Em dayik vê yekê heq nakin. Pêwist e ne ev be qedera me."   'Zilma li dayikan hatiye kirin nayê efûkirin'   Helîmeyê herî dawî jî da zanîn pêwîst e tu dayik negirîn û wiha axaftina xwe domand:"Dibêjin buhuşt di bin lingê dayikan de ye. Lê mixabin li gorî wê nêz nabin. Ger ku hilbijartek weke aştiyê li pêşiya me heye çima em qetlîaman û xwînê hildibijêrin? Dayik vê yekê efû nakin. Lewra em bêyî ku ferqa nîjadan, zayendan û kesan bikin em dibêjin bila tu kes neyê qetilkirin û dayikên wan negirîn."