Li Şengalê tevgerên jinan civînek hevbeş li dar xist 2021-11-18 15:35:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şengalê TAJÊ, YJŞ û Malbatên Şehîdan civînek li dar xistin û bal kişandin ser êrişan û gotin divê li dijî êrişan ciwan bibin pêşeng.   Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ ), Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) û Saziya Malbatê Şehîdan ên Şengalê civînek hevbeş li dar xistin. Di civînê de jinan bal kişand ser rewşa Şengalê û êrişên Dewleta Tirk.    Fermandara YJŞ’ê Viyan Hebabî di civînê de axivî û got: “Bi saya şehîdan em wek jinên êzidî îro li vê derê amadene. Em wek YJŞ hêz û moralê xwe ji dayikên şehîdan digirin. Şehîd xwediyê hemû nirxên ku hatine afirandin. Em wek civaka êzidî di pêvajoyekî giran de derbas dibin. Ji her alî de êrîş li ser gelê me hene. Lê çawa ku di dîrokê de me li berxweda, îro jî em bi hemû hêza xwe li ber xwe didin. Em ê bi vê berxwedanê dijmin têk bibin tune bikin.”   Viyan. di dewama axaftina xwe de bal kişand ser şerê taybet ku li ser ciwanên êzidî tê meşandin û wiha axivî: “Rojane şerekî dijwar a taybet li ser ciwanên Êzidî û bi taybet jî jinên ciwan tê meşandin. Di vê dema dawiyê de gelek ciwan dawî li jiyana xwe anîn. Divê em xwedî li ciwanên xwe derkevin, em wan bi rêxistin bikin ku hemû ciwan di xeta şehîdan de bi meşin û ji gelê xwe re bibin pêşeng.”