Walîtiya Dêrsimê standa 25'ê Mijdarê qedexe kir 2021-11-18 13:43:53   DÊRSIM - Seroka Komeleya Piştevaniya Jinan a Yenîgun Çagla Yolaşan, bertek nîşanî biryara Walîtiya Dêrsimê da û got: "Nehiştin ku em li taxan standa 25'ê Mijdarê daynîn. Ev biryareke keyfî û polîtîk e. Em vê biryarê qebûl nakin."   Li bajarên herêmê çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Şîdetê ya li hemberî Jinê didomin. Di vê çarçoveyê de li Dêrsimê Komeleya Piştevaniya Jinan a Yenîgunê xwest li taxan standan veke û serî li walîtiyê da. Lê belê Walîtiya Dêrsimê bi hinceta pandemiyê destûr neda vekirina standê. Derbarê mijarê de seroka komeleyê Çagla Yolaşan ji Ekmek Gul re axivî û bertek nîşanî biryarê da.    Çagla, da zanîn ku îtîrazê biryarê kirine û got: "Di çarçoveya xebatên 25'ê Mijdarê de me xwest em li 3 taxan standan vekirin û jinan agahdar bikin. 10 roj beriya niha me serlêdan kiribû lê niha dibêjin gelo naveroka biroşûrên we çiye. Piştre jî pandemî kirin hincet û nehiştin ku em li taxan standan vekin. Em ê biryara walîtiyê bibin darazê û em biryara wan nasnakin. Ev biryareke keyfî û polîtîk e. Em vê biryarê qebûl nakin. Ji ber ve jî em bang li jinan dikin ku ji bo piştevaniyê bên komeleya me û em bi hev re têbikoşîn."