Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Îzmîrê ji bo starta 25'ê Mijdarê bang kir 2021-11-18 13:19:22   ÎZMÎR - Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Îzmîrê ji bo daxuyaniya starta 25'ê Mijdarê ya dê di çarçoveya çalakiyê 25'ê Mijdarê de bê lidarxistin bang kir. Çalakiyên 25'ê Mijdarê yên îsal diyarî Deniz Poyraz a bi êrişa nîjadperest hat kuştin, hat kirin.    Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi civîna çapemeniyê ya li avahiya xwe li dar xist bernameya 25'ê Mijdarê eşkere kir. Li eywana civînê pankarta "Li dijî tundiya dewletê, şer, xizaniyê em li her derê ne" hat dardekirin. Li ser navê meclîsê Ayşe Ozdamar daxuyanî xwend.    'Ji bo gel û jiyana xwe em di nava raperînê de ne'   Ayşeyê da zanîn ku di demeke tundiya zayendî, fîzîkî, aborî û derûnî zêde bûye de ew ê 25'ê Mijdarê pêşwazî bikin û wiha got:"Qeyrana aboriyê ya ku kapîtalîzm û sîstema mêr dibe sedem jin bêtir di bin bandora mêtingeriyê de dimînin. Dixwazin keda jinê di nava karê erzan û bêewlehiyê de hepis bikin. Loma em ê li dijî şer aştiyê biparêzin. Ji bo gel û jiyana xwe em di nava raperînê de ne û em ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin. Em ê hesabê Deniz Poyraz bipirsin û em dibêjin em hemû Deniz in her ku hûn qetil bikin em ê pir bibin."   Banga ji bo daxuyaniyê    Derbarê bernameya 25'ê Mijdarê de jî Ayşeyê wiha got:"Em hemû jinan vedixwînin daxuyaniya dê saet di 18.00'an de li ber OSYM a Alsancakê bê dayin dikin."