Malbata Hamdiye Şik a ku hat qetîlkirin: Ewlehiya canê me nîne 2021-11-18 13:11:52   AMED - Malbata, Hamdiye Şik a ku ji hêla sercerdevan Mahmut Karaaslan û kurê wî Sîdar Karaaslan ve hatî kuştin, bertek nîşanî serbestberdana wan da û gotin: "Êdî ewlehiya canê me nîne, sibê çi bê serê me ne diyar e û biryara tehliyekirinê bêhiqûqî ye."   Di 20’ê tîrmeha 2020’an de li gundê Kagitli yê bi ser navçeya Bismila Amedê ve sercerdevan Mahmut Karaarslan û lawên xwe bi sedema nelihevkirina erdan êrişî hevjîna xwe ya bi mehra olî Hamdiye Şik û zarokên wê kiribûn. Di encama êrişê de Hamdiye Şik (61) û lawê wê Kadîr Karaarslan (26) hatibûn kuştin. Lawên sercerdevan Serdar, Sîdar, Serhat, Mazlum û Zafer  Karaarslan jî hevkariya bavê xwe kirin e. Mahmut Karaarslan û 5 lawên xwe girtî dihatin darizandin. 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê li dozê dinêre. Dadgehê bi biryara navbera danişînê sercerdevan Mahmut Karaarslan û lawê wî Sîdar Karaarslan ê cerdevan rojên borî tehliye kir. Her wiha hat îdiakirin ku her du jî bi navbeynkariya rêveberên MHP'a Amedê bi 10 hezar TL'yî hatine berdan.    Malbata Hamdiye Şik a ku hatî qetîl kirin li ber Edliya Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê û serbest berdana sercerdavan Mahmut Karaaslan û kurê wî Sîdar Karaaslan şermezar kir. Malbatê li ber edliyê dovîzên wekî “Ewlehiya canê me tune ye”, “Bila kujer bên girtin”, “Dengê mê bibhisin”, “Em edaletê dixwazin”, “Kujeran bi rûşvetê serbest berdan” û wêneyên Mahmût Karaaslan û Sîdar Karaaslan vekirin.    ‘Biryara tehlîyekirinê bêhiqûqî ye’   Di destpêkê de parezara malbatê Neval Tamam Polat axivî û destnîşan kir ku biryara tehliyekirina cerdewanan ewlehiya canê malbatê dixe bin xetereyê û wiha got: “Biryara tehliyekirinê bêhiqûqî ye. Ji ber vê em dixwazin divê di vê mijarê de edalet pêk were û malbatê biparêzin."    ‘Sibê çi bê serê me ne diyar e!'    Keça Hamdiye Şik a ku hat qetîl kirin, Sevînç Karaaslan diyar kir ku çawa kujera du kesan serbest tê berdan û wiha bertek nîşanê biryara tehliyekirinê da: “Em biryara tehliyekirinê bi tu şiklî qebûl nakin. Kujeren malbata me niha li derve bi awayekî azad digerin. Sibê çi bê serê me ne diyar e. Heya ku edalet pêk bê em ê çalakiya xwe berdewam bikin. Em ê li ber edliyeyê çalakiya rûniştinê pêk bînin.”   Xaltika Hamdiye Şik a ku hate qetîl kirin, Şukran Uçda jî wiha axivî: “Keça min 45 salan rastî heqaret û zilmê hat û piştî 45 salan keç û zarokê wê hatin qetil kirin. Ez vê bûyerê qebûl nakim. Li pey doza keça xwe û lawê wê me. Ez bang li Wezirê Edaletê dikim bila xwîna keça me li erde nemîne. Bila edalet pêk were.”   ‘Wahşet li ber çavê zarokên me pêk hat'    Herî dawî jî xwişka Hamdiye Şik, Kader Karaaslan axivî û destnîşan kir ku ligel hemû piştrastan kujer çawa serbest tê berdan. Kader, bang kir ku bila edalet neyê winda kirin û got: “Dibe ku ev axaftina min a dawî be. Ji ber ku du kujerên ku xwestin malbata me qetîl bikin li derve ne. Zarokên me yên biçûk jî hene. Ew jî ditirsin. Malbat giştî ji ber ewlehiya canê xwe bi fikar in. Wehşateke mezin li me hat kirin. Ew wahşet li ber çavên zarokên me pêk hat. Bi pereye ew kujeran derxistin. Bila hesabê wê pereye were pirsîn. Em dixwazin dengê me bihîstin.”   Piştî daxuyaniyê malbatê çalakiya rûniştinê pêk anî û piştî nîv saetê çalakiya xwe bi dawî kirin.