Baroya Mêrdînê: Polîsên li zarokan dane bila bên tespîtkirin 2021-11-18 11:40:59     MÊRDÎN - Baroya Mêrdînê ya ku derbarê tundiya li zarokan hatiye kirin de daxuyanî da xwest bersûcên ku li navçeya Nisêbînê ya li dijî zarokên binçavkirî tundî kirine werin tespîtkirin û derbarê wan de karûbarê hiqûqî were destpêkirin.    Komîsyona Mafên Mirovan û Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Mêrdînê têkildarî zarokên ku di 14'ê Mijdarê de li Nisêbînê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin û li Midûriyeta Polîsan a Nisêbînê tundî li wan hat kirin daxuyaniyek nivîskî weşand.    Komîsyonan diyar kir ku bi zarok, malbat û parêzerên wan re hevdîtin kirine û zarokan ji wan re tundiya li wan hatiye kirin vegotine.    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin zarokan diyar gotine heger ew polîsên tundî li wan kirine bibînin wê nas bikin û hat xwestin ku ew bersûc ango polîs werin tespîtkirin û tavilê derbarê wan de karûbarên hiqûqî were destpêkirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Mêrdînê û Komîsyona Mafên Zarokan wê vê bûyerê bişopînin.