ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2021'Ê 2021-11-18 09:00:00     *Peykersaz Canan Budak a ku timî jin mijara wê ya hunerê ye wiha got:"Di civakê de her tiştê jinê jê hatiye dizîn. Lewra ger jin azad be wê civak û cîhanek aram ava bibe. Ji ber vê sedemê jî ez timî jinê xêz dikim. Ez bi hunera xwe jî dixwazim bibim zimanê jinê." DÎMEN HEYE   *Zelîxe Welîd Omer a sal û nîvekê di zindana Efrînê ya di bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê de ye, ma ji ber îşkence û tecawiza ku pê rû bi rû ma hişê xwe winda kir.    *Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî de bertekên xwe anîn ziman û gotin ku îqtîdar bi şer dixwaze kurdan xilas bike û ev bangawazî kirin: “Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî di serî de dayik bila her kes rabe ser piyan. Em bêdeng namînin û bi kîmyasalan xilas nabin.” DÎMEN HEYE   *Hevberdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran da zanîn ku li Tirkiyeyê mêrek ji ber qetilkirina jinekê 30 sal ceza nagire, lê ji bo kesên ku têkoşîna mafên jinan didin jî 30 sal ceza tê dayîn û got: “Li Tirkiyeyê zemîna demokratîk tune û ji ber vê Ayşe Gokkan, Fîgen Yuksekdag, Leyla Guven, Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak, Ayla Akat Ata û gelek hevalên me girtîne." BI DÎMEN    *Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Geverê bertek nîşanê bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê û pêkanînên PDK’ê yên li hember cenazeyan dan û bang li PDK û Mesut Barzanî kirin û gotin: “Destên xwe yên qirêj ji ser zarokên kurdan hilînin.” Dayikan her wiha bang kirin ku bila gel li dijî bikaranîna çekên kîmyewî rabin ser piyan.  DÎMEN HEYE