KESK'ê li dijî girtinên li Amedê pêk hatin bertek nîşan da 2021-11-17 16:26:53   STENBOL - Platforma Şaxên Stenbolê ya KESK'ê,  ji bo 14 kesên siyasetmedar û sendîkayî yên li Amedê hatibûn girtin bi dirûşma" Çalakiyên Demokratîk û daxuyaniyên çapemeniyê ne sûc in. Em ê nehêlin tehde li endamên me bên kirin û sûcdarkirin, bila bên berdan" bang kirin.   Platforma Şaxên Stenbolê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Cemaweriyê (KESK), li Navenda Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanîstê  ( EGÎTIM-SEN) ya şaxa sêyem  ji bo 14 kesên siyasetmedar û sendîkayî hatibûn girtin daxuyanî da. Li eywanê pankarta " Hûn nikarin mafên me yên demokratîk û sendikayî asteng bikin" hat vekirin.    Di daxuyaniyê de hevberdevkê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Cemaweriyê (KESK) Abuzer Aslan axivî û got:" Ji ber ku polîtikayê desthilatdar di nav gel de nikare cîh bigire, zext û tundî zêde bûne. Li Tirkiyeyê bê hiqûqî her ku diçe zêde dibe. Dewlet bi zext û zordestiyê dixwaze desthilatdariya xwe berdewam bike. Ji ber vê yekê yên ku wek wan nafikirin tên sûcdarkirin û binçavkirin. Dixwazin bi tirsê têkoşînê têk bibin. "   'Em ê nehêlin endamê me bên sûckirin!'   Abuzer got ku kesên ku hatine binçavkirin tenê xebatên sendîka û siyasetê kirine û wiha berdewam kir:" Bi zext û çavtirsandinê dixwazin  têkoşîna me têk bibin, lê  bila bizanibin em natirsin û xebatên xwe didomînin. Ew jî zanin çalakiyên demokratîk û daxuyaniyên çapemeniyê ne sûc in.  Bila hevalên me yên girtî bên berdan. "