Li Elkê ji girtiyên jin re kart hatin şandin 2021-11-17 14:06:09   ŞIRNEX - Meclîsa Jinaan a HDP'ê ya Şirnexê û TJA, di çarçoveya 25'ê Mijdarê de ji girtiyên jin re kart hatin şandin û piştre jî li avahiya HDP'ê ya navçeyê fîlma "Berxwedan" hat temaşekirin.    Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelen (HDP) a Şirnexê û Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberê Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê li navçeya Elkê ya Şirnexê, girtiyên jin re kart şandin. Li avahiya HDP'ê ya navçeyê fîlma "Berxwedan" hat temaşekirin.    Hevseroka HDP'ê ya Elkê Beybûn Aslan, rêveberên HDP'ê yên navend û navçeyan û gelek jin tevlî bernameyên ku hatî lidarxistin bûn. Di serî de jinan ji avahiya HDP'ê heta Postexaneya Elkê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana zindanan" meşiyan. Piştî meşê hevseroka HDP'ê ya Şirnexê Sabuha Akdag axivî.    Sabûha, anî ziman ku bi minasebeta vê rojê wekî hersal îsal jî ji girtiyên jin re name dişînin û got: "Jin di girtîgehan de jî bi îşkence û tacîzê re rûbirû dimînin. Dilê me tim bi girtiyên jin re ne. Em li cem wan in û em ê tim jî li cem wan bin.  Em hêvî dikin ku demek nêz de hemû jin bigihîjin azadiya xwe."   Piştî axaftin û şandina kartan jin ji bo temaşekirina fîlma "Berxwedan" derbasî avahiya HDP'ê ya navçeyê bûn. Piştî deqeyek rêzirgirtinê, hevseroka HDP'ê ya Elkê Beybûn Aslan axaftineke kurt kir.   Beybûn, bibîrxist ku her sal di 25'ê Mijdarê de jin li dijî tundiyê dadikevin qadan. Beybûn, balkişand ser çeteyên fuhuşê ku li Colemêrg û Qilebanê belav bûye û wiha axivî: "Çeteyek fuhuşê hatiye avakirin. Bi vê çeteya fuhuşê dixwazin jinan bixin. Ji her aliyê ve êrîşê jin û zarokan tê kirin. Dixwazin fuhuşê di nava civakên de belav bikin. Lê em destûrê nedin vê. Li hemberê tacîz, tecawiz û fuhuşê em ê têbikoşin. Ev lîstokên qirêj bi destên dewletê tên meşandin. Em van bûyera veneşêrin û îfşa bikin. Ji aliyekê ve jî dixwazin berê ciwanên me bidin tiryakê. Jin bingeha avabûna civakê ye. Em rê nedin van lîstokên qirêj."   Piştre fîlma "Berxwedan" hat temaşekirin. Bername, bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.