Jinek li mala xwe birîndar hat dîtin 2021-11-17 12:19:32     WAN - Li Erdîşê jinek, di mala xwe de bi awayekî bi guman birîndar hat dîtin. Hat diyarkirin bi çekê hatiye birîndarkirin. Du kesên ku li ser çekê rêça tiliyên wan diyar bûbûn piştî binçavkirinê hatin berdan.   Li taxa Şexlerê ya Erdîşê jina bi navê E.Ç.S. Li Erdîşê jinek, di mala xwe de bi awayekî bi guman birîndar hat dîtin. Hat diyarkirin bi çekê hatiye birîndarkirin. Hat ragihandin piştî dengê teqînê tê malbata wê çûye hundir û wê bi birîndarî dîtine. Bi wesayîta xwe ew birine Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê. Ji ber bi giranî birîndar bûbû wê sewqî nexweşxaneyeke din kirine û di beşa lênêrîna giran de ye.    Di derbarê bûyerê de du kesî îfade dan   Li ser çeka ku di bûyerê de hatiye bikaranîn lêkolîn hatiye kirin û rêça du kesan diyar bûne. Kesekî bi navê S.S. û yê navê wî nehatiye diyarkirin hatin binçavkirin. Piştî îfadeya wan hat sitendin, hatin berdan. Hat gotin ev her du kes dema çek ji ciyê bûyerê derxistine rêça wan çebûye.