Dîlek Bîtkîn: Hevjînê min gule bera min da 2021-11-17 10:34:49     AMED - Li navçeya Bîsmîlê ya Amedê hatibû îdîakirin ku Dîlek Bîtkîn hewl daye bi çekê întîhar bike. Lê Dîlekê piştî hat ser hemdê xwe di îfadeya xwe de got, "Hevjînê min gule bera min daye."   Li navçeya Bîsmîlê ya Amedê di 11’ê Mijdarê de hatibû îdîakirin ku Dîlek Bîtkîn li mala xwe bi çeka giran hewl daye întîhar bike. Dîlek a ku bi birîndarî rakiribûn nexweşxaneyê duh hat ser hemdê xwe û di îfadeya xwe de got: “Hevjînê min gule bera min daye.”   Herwiha mêrê bi Dîlekê re zewicandî Ahmet Bîtkîn jî li ser gûmanê di heman rojê de hatibû binçavkirin û piştî îfadeya wî ku da hatibû girtin.