ROJAVE 17'Ê MIJDARA 2021'Ê 2021-11-17 09:00:00     *Siyasetmedarên jin ên Amedê, diyar kirin ku bi rêya diyalogê ya bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re dê çareserî pêk bê û gotin: "Cîhan tecrîdê dibîne lê belê bêdeng in. Divê ji bo şikandina vê tecrîdê siyasetek demokratîk û bibiryarî pêwîst e." BI DÎMEN    *Emîne Çarkici ji bo li 4 zarokên xwe û hevjînê xwe yê ku nexweş e binêre qartonan kom dike, karê paqijiyê dike û geştiyaran digerîne. Emîneya bê rawestan dixebite dibêje:"Ez her roj difikirim ka wê çawa zarokên xwe têr bikim." BI DÎMEN   *Aktîvîsta TJA’yê Zozan Aksû, derbarê plansaziya çalakiyên ku wê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de îsal li dar bixin  de axivî û anî ziman ku bi girankirina tecrîdê re êrîşên ser jinan zêde bûne û got: “Bila hemû jin dest bidin destên hev û xwedî li nasnameya xwe derbikevin. Em ê tu carî bêdeng nemînin. Em ê îsal jî di 25'ê Mijdarê de li qadan bin.” DÎMEN HEYE   *Ji aliyê Komîsyona Jinan a Şaxa Hejmar 2 a DÎSK’ê ve di lîstina şanoyê ya ji bo 25’ê Mijdarê hatiye amadekirin de jinên sendîkayî wê cih bigirin û bi vê lîstika ku hedef dikin jinê xurt nîşan bidin, wê balê bikişînin ser aliyê şîdeta li ser jinê. BI DÎMEN    *Aktîvîsta TJA’yê Gulbahar Alpsoy, diyar kir ku hem li herêmê hem li gelek bajarên Tirkiyeyê bi rêxistin in ji ber vê jin wan wek navnîşan dibînin û wê di 25’ê Mijdarê de têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet, destdirêjî û tecawizê xurt bikin. BI DÎMEN    * Meclîsa Jinên HDP'ê ya Şirnexê û TJA, di çarçoveya 25'ê Mijdarê de li Elkê ji jinan re namê bişîne û fîlma bi navê "Berxwedan" dê nîşan bidin. (13.00) BI DÎMEN