Gulîzar Îpek: Wê jin li qadan bersivê bidin tundiyê 2021-11-16 19:16:23     MÊRDÎN - Platforma Jinan a Şahmaranê bi wesîleya 25'ê Mijdarê daxuyanî da. Gulîzar Îpek a daxuyanî xwend ev gotin kir: " Her ku diçe êrişên li hember jinan zêde dibin û bê guman e ku hêza jinan li  hemberî wan mezin dibe. Em ê di çalakiyên xwe de jî ji hemû cure êrişan re  bibin bersiv. "   Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê bi wesîleya 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li hemberî tundiya li ser jinê li avahiya Baroyê ya Mêrdînê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê endama platformê Gulîzar Îpek ve hate xwendin.    'Jin berxwedana xwe mezin dikin'   Gulîzar di serî de got pêwîst e jin bi wesîleya rojê têkoşîna xwe mezintir bikin û wiha berdewam kir: “Jin li her deverê cîhanê, di hemû qadan de rastî bişaftin, tundî û tecawizê tên. Heta mafên wan ên jiyanê bi awayekî wehşî ji destên wan hatine stendin. Hişmendiya desthilatdar, nîjadperest û zayendperest a  mêr her ku diçe xwe xurt dike û bandora xwe ya li ser civakê giran dike. Di vê pêvajoyê de em ê jin li hemberî hemu cure tundî, bişaftin, xizantî û êrişan ji her carî şiyartir bin û li berxwe bidin. Li hemberî vê berxwerdanê jî polîtîkayên dijmintiya jinan ên îqtidarê her tim di meriyetê de ne û vê carê bi awayekî 'qanûnî' dest dirêjî dikin. Qanunê di bin berjewendiyên xwe de didin bikaranîn."   'Bila jin bi rengê xwe hêzê bidin'   Gulîzar herî dawî jî bi van gotinan dawî li daxuyaniyê anî: "Em hêvî dikin ku jin bi tevilbuna çalekiyên bi wesîleya 25'ê Mijdarê tên lidarxistin bibin û bi rengê xwe ji polîtîkayên dewletê û hişmendiya mêr re bibin bersiv. Yekitiya jinan wê hêzê bide."