Meclîsa Jinan a KESK'ê: Bijî piştevaniya jinan 2021-11-16 14:40:37   EDENE - Ji bo balkişandina ser pirsgirêkên karkerên jin, Meclisa Jinan a KESK'ê ya Edeneyê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew ê li hemberî hemû astengiyên li pêşiya sendîkabûnê têbikoşin.   Meclisa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Edeneyê bi daxwaza "Em dixwazin bi ewlekarî û bi sendîkayî bixebitin" li Parka Înonû daxuyanî da. Di daxuyaniya ku pankarta "Jin xebatên ewledar û sendîkayî dixwazin" hat vekirin de jinan gelek caran dirûşmên "Zext û gef nikarin me bitirsînin" û "Bijî têkoşîna me ya rêxistinkirî" berz kirin. Daxuyanî li ser navê Meclîsa Jinê ya KESK'ê ya Edeneyê Nîlgun Dogan daxuyanî xwend.    Nîlgun diyar kir ku jin li her qadên jiyanê bi êrişên weke zext, mêtingerî, tacîz û tecawizê re rûbirû dimînin û got: “Newekheviya zayendî bi taybetî di salên dawî de bi polîtîkayên zayendperest ên desthilatdariya siyasî re kûrtir bûye. Em ê li welatekî ku endamtiya sendîkayan jî ji ber polîtîkayên dij-kedê tên terorîzekirin de dijîn. Em li yek ji welatên ku rêjeya sendîkayê ya herî kêm a cîhanê lê heye dijîn. Karkerên sendîkayî ji sendîkaya ku ew endam in îstifa bikin û hewl bidin ku wan bikin endamên sendîkayên ku li gorî têgihiştina wan in.  Em ê li dijî hemberî hemû astengiyên li pêşiya sendîkabûnê û polîtîkayên kedxwarina jinan têbikoşin. Divê li dijî krîzê û tundiyê hêza me û yekîtiya me hebe. Bijî piştevaniya jinan.”