Li Elkê jin ji bo çalakiyên 25'ê Mijdarê hatin vexwendin 2021-11-16 14:36:31     ŞIRNEX - Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Şirnexê û TJA, di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê ku wê li dar bixin de çûn serdana jinên li taxan û esnafan û jin vexwendin çalakiyan.    Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  a Şirnexê û Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberê Tundiya li Ser Jinê ya Cihanê, dê sibê li navçeya Elkê ya Şirnexê ji jinên girtî re kartan bişînin û dê fîlma bi navê “Berxwedan bidin pêşandan. Jinan di çarçoveya çalakiyên ku wê sibe li dar bixin li navçeyê serdana jin û esnafan kirin. Jinan, her wiha ji bo çalakiyên ku wê sibe li dar bixin hemû jinan vexwendin.