253 roj in çalakiya 'Nobeta Edaletê' didome 2021-11-16 13:26:27   RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbata Şenyaşar 253 roj in didome. Malbatê îro ev peyam da: "Ev bû 3 sal û 5 meh hêj li holê doz nîne. Kujer jî serbest digerin. Dozger tenê dayika ku li pey doza xwe ketiye didarizîne."    Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê ku 9'ê adarê de dest pê kiribû, di roja 253'yan de didome. Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin û kurê xwe Ferît Şenyaşar, ji mala xwe navçeya Pirsûsê hatin ber edliyeyê û li "Goşeya edaletê ya malbata Şenyaşar" dest bi nobeta xwe kirin.    Malbatê li ser hesabê xwe ya medyaya dijîtal îro ev peyam da: "3 kes li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê li ber çavê gelek kesan hatin înfazkirin. Ev bû 3 sal û 5 meh hêj li holê doz nîne. Kujer jî serbest digerin. Dozger tenê dayika ku li pey doza xwe ketiye didarizîne. Bersûc: dayik, Gazinker: Parlamenter Îbrahîm Halîl Yildiz, Mexdûr: Suleyman. Gelo Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê li kû ye?"