Jinan li qadan banga mezinkirina têkoşîne kirin 2021-11-15 17:21:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo 25'ê Mijdarê jinan li gelek bajaran çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de jinan bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên li dijî wan tên meşandin û banga têkoşîna li dijî vê polîtîkaya dewletê kirin.    Bernema û çalakiyên ku di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê de ji aliyê jinan ve tên lidarxistin didomin. Ji aliyê Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ve li gelek navendan çalakî hatin lidarxistin û tundiya bi destê dewletê û zilaman a li ser jinan hat şermezarkirin. Di çalakiyan de bang li jinan hat kirin ku di 25'ê Mijdarê de derkevin qadan û dengê li polîtîkayên dewletê yên li dijî wan tên meşandin derbixin.   Li Mêrdînê daxuyanî hat dayîn    TJA û Meclisa Jinan a HDP'ê ya Mêrdînê jî starta çalekiyên 25'ê Mijdarê dan. Jinan li avahiya HDP'ê ya Kerboranê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de jinan pankarta " Dema Jinê" ku wêneyê Denîz Poyraz li ser bû vekirin. Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP'e ya Kerboranê Hatîce Gevcan axivî û got ku wê bi zihniyeta baviksalarî pirsgirêkên jinan neyên çareserkirin.    Piştre Pero Dundar axivî û ev tişt anîn ziman: "Tundî li bajarên kurdan bûye çandekî. Tundî ne tenê li malan li herêmê tundiyeke polîtîk tê pêkanîn. Bi hiqûqê pêşî li tundiyê nayê girtin û bêceza tê hiştin. Ji bilî xweparastina tu rê li pêşiya jinan nemaye. Em ê li her derê têkoşînan li dijî tundiya li ser jinê mezin bikin."   Piştî Dundar, dayika Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Kandirayê dest dirêjî wê hatibû kirin Halîme Gezer mafê axaftinê girt û bertek nîşanî îşkenceya ku li keça wê tê kirin da û got ku wê li dijî îşkenceyê bêdeng nemînin û hesab bipirsin.    Dema axaftina xwe Dayik Halîme bi ser hişê xwe ve çû. Jinan dayika Halîme birin mala wê û çalakiya xwe bi dûrişmeyan bi dawî kirin.    Li Êlih, Semsûr û Edenê çalakiya jinan    Bi heman armancî li Êlih û Edenê jî TJA û meclisên jinan ên HDP'ê yên her du bajaran ve daxuyanî dan û starta 25'ê Mijdarê hat dayîn. Li Êlihê di 16'ê mijdarê de çalakî dest pê bikin wê heta 25'ê Mijdarê bidomin. Li Edenê jî wê çalakî di 19'ê mijdarê de dest pê bikin û di 25'ê Mijdarê de bi meşeke girseyî bi dawî bibin.    Li Semsûrê jî jinan starta xebatên 25'ê Mijdarê dan û banga tevlîbûna xebatan hat kirin. Jinan daxuyaniya startê li avahiya HDP'ê ya Semsûrê dan.  Jinan destnîşan kir ku bi têkoşîn û rêxistinbûnê dê bi hêz bibin.    Li Wanê ji bo girtiyên jin kart hat şandin   Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Wanê û TJA bi minasebeta 25'ê Mijdarê girtiyên jin re kart hat şandin. Kart li avahiya TUHAD-DER'ê hat amadekirin. Piştre jinan berê xwe dan postexanê.