Li dijî tecrîdê li Şehbayê meşek hat lidarxistin 2021-11-15 17:09:29   ŞEHBA - Kongreya Star a Herêma Efrînê bi dirûşmeya "Dem dema azadiyê ye" li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşek li dar xist. Di meşê de wiha hat gotin: "Em ê berxwedana xwe mezin bikin û ji bo azadiya Rêber Apo têkoşina xwe bidomînin."    Kongreya Star a Herêma Efrînê bi dirûşmeya "Dem dema azadiyê ye" meşek li dar xist. Meş ji rêya gundê Tyil Qirah a navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê dest pê kir heta Wargeha Serdem ya navçeya Ehdas dom kir. Bi hezaran şêniyên Efrîn-Şehbayê, endam û nûnerên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser beşdarê meşê bûn. Di meşê de pankartên "Şoreşa jinê ew şoreşa ku di şoreşê de ye" û "Heqîqet eşqe, eşq jî jiyana azad e", alên Kongreya Star, Meclisa Jinên Azad a Şehbayê û wêneya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin hildan. Her wiha di meşê de dirûşmên wek "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana Îmraliyê" hatin berzkirin. Piştî meşê daxuyaniyek hat dayîn. Li ser navê Rêxistina Kongreya Star Şezye Îbrahîm daxuyanî xwend.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em azadiya rêberê xwe dixwazin ji ber ku Rêber Apo bê sûc di zindana Îmraliye de girtiye. Bi qonaxa duyemîn a ku bi dirûşmeya 'Dem dema azadiyê ye' dest pê kiriye, keştiya azadiyê ye li seranserî cîhanê gel herikîne qadan. Em wek gelên azadîxwaz em ê li pey azadiya rêberê xwe heta dawiyê jî bibezin.    Îro em li Kantona Şehbayê miletek ku ji cih û warên xwe koçber bûye heta ku em soza xwe ji rêberê xwe û pekrewanên xwe re nû dikin ku em ê heta kêliya dawî li ser riya azadiyê bin û riya wan bişopînin.    Em bang li hemû mirovên aştîxwaz û gelên Rojhilata Navîn dikin ku êdî bes e, dem dema azadiya Rêber Apo ye. Rêberê me di fikra xwe de azad e, em jî bi fikra Rêber Apo azad in.    Ji ber vê em wek malbatên şehîdan dema ku me parçek ji canê xwe da em ê her tiştî ji bo azadiya Kurdistanê jî bidin. Ji ber vê tu kes nikare vîna me bişkîne em wek Gelê Efrînê em ê berxwedana xwe mezin bikin û her tim têbikoşin heta azadiya Rêberê Apo."    Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Îmraliyê" û "Bijî berxwedana Rêber Apo" bi dawî bû.