ÎHD: Îhlalkirina mafên girtiyên li Amed û Xarpêtê didome 2021-11-15 15:36:34     AMED - ÎHD'a Amedê, derbarê binpêkirina mafên girtiyan a li Girtîgeha Amed û Xarpêtê de raporek amade kir. Di raporê de hat diyar kirin ku li girtîgehan binpêkirina mafên girtiyan derketiya asta herî jor.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê, derbarê rewşa Girtîgeha Amed û Xarpêtê de raporak amade kir û rapora xwe li avahiya xwe aşkera kir. Rapor ji hêla Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navenda ÎHD’ê Ercan Yilmaz ve hat xwendin.    Ercan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser amadekirina raporê û got: "Di 27 û 28'ê cotmehê de em çûn serdana girtiyên li Girtîgehên Amed û Xarpêtê. Me bi girtiyan re hevdîtin pêk anî. Girtî bal kişandin ser binpêkirina mafên xwe. Em di bêhelwestbûna rayedaran rexne dikin."   Di rapora ku hatî parvekirin de ew xal cih girtin;    "* Bi hinceta şewba koronoyê destûra mafên wan yên civakî, çandî û werzîşê nayên dayîn.   * Li gorî agahiyên bi delîl yên ji aliyê girtiyan ve ji me re hatine ragihandin gelek girtî bi îşkenceyan re rûbirû mane.    * Xwestekên girtiyan ên weke guherîna qawîş û odeyan bi hincetên cuda tên redkirin û ji perpirsiyaran re nayên parvekirin.    * Girtî di dema çûyîn û hatina nexweşxanê de bi ‘kelepçeya cot’ û ‘lêgerîna hindirê dev’ re neçar tên hiştin.   * Di dema lêgerînên qawîşan de gelek caran girtî bi tundî û îşkenceyan re rûbirû dimînin.    * Dema girtî bi telefonê bi malbata xwe re diaxifin qeydên wan tê girtin.    * Kovar û rojnameyên bi zimanê kurdî ji aliyê îdareya girtîgehê ve nayê dayîn.   * Nameyên ku ji komele û kesan re tên şandin tên astengkirin. Ger di nameyê de qala pirsgirêkan hatibe kirin name nayên şandin. Dema şandina nameyan de jî gelek pere ji girtiyan dixwazin.    * Malbatên ku diçin serdana girtiyan jî rastî astengiyan tên. Bi hincetên curbicur hevdîtin tên astengkirin.    * Mafên weke traşê bi hinceta şewbê nayên kirin. Meqes û cilet jî nadina girtiyan. Ev jî dibe sedema pirsgirêkên tendirustiyê.   * Tiştên ku di kantîna girtîgehê de tên firotin ne baş in û her wiha buhane.    * Pêdiviyên jinan ên weke ped nayên dayîn û li kantînê jî buha tê firotin."