Li Qilebanê panela 25'ê Mijdarê 2021-11-15 15:12:26     ŞIRNEX - Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Şirnexê û TJA, bi minasebeta 25'ê Mijdarê li Qilebanê panelek li dar xist û bal kişand ser hedefgirtina têkoşîna jinan.   Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê û Tevgera Jinên Azad (TJA), li navçeya Qilebana Şirnexê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Hemberî Jinê de panel li dar xist. Rêxistinên HDP'ê yên navend û navçe, Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kes tevlî panelê bûn. Di panelê de pankarta "Li hemberî pergala zayendî afirandina têkoşîna jinê" hat daliqandin.    Rêvebera HDP'ê ya Şirnexê Zozan Aksu moderatoriya panelê kir. Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr û  Parezera Komeleya Rosa ya Jinan Leyla Kara jî weke panelîst tevlî bûn.    'Teşhir û îfşa bikin'   Parezer Leyla Kara polîtîkayên darazê ya li hemberî jinan nirxand û wiha axivî: "Bi taybetî li herêma Botanê dewlet polîtîkayeke taybet dide meşandin. Li herêmê yek  ji pêkanînan şerê taybet jî fuhuş, tacîz û tecawîza ku ji aliyê dewletê ve tê meşandine. Li herêmê ew kesên ku vî tiştî didin meşandin, ji aliyê dewletê ve tên parastin. Ev şer ji salên 90'î dest pê dike û heta roja me tê. Li Mêrdînê doza N.Ç. mînak bidin. N.Ç. zarokeke 13 salî bû. Ji aliyê gelek cerdevan û leşkeran ve bi tecawizê re rûbirû dimîne. Lê dadgeh dibêje ku îradeya wê heye û faîlên wê bê ceza dihêle. Dîsa li Sêrtê Îpek Er ji aliyê  çawişê pîspor Mûsa Orhan ve hat tecawîzkirin û piştre bû sedemê mirina wê. Lê dadgehê ev faîle jî serbest berdan. Dema ku serbest dibin jî dibêjin 'Dewlet li pişt mine' faîlên jinan hemû ji bi vî rengî hatin berdan. Ji Colemêrgê heta Cizîrê  xeta fuhuşê heye. Di encamê vê de 2 jin  hatin qetilkirin. Dewlet bi zanebûn û bi awayeke sîstematîk vî tiştî dide meşandin. Dîroka van pêkanînên wan jî hene. Van pêkanîna herî zêde jî li Kurdistanê didin meşandin. Bi van pêkanînan dixwazin ku îtîbar û şexsê jinan tune bikin û bêexleqiyê bidin meşandin. Lê di her hêlê de divê em van teşhîr bikin û îfşa bikin."   'Têkoşîna jinê hedef digirin'   Piştre parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr axivî wiha bal kişand ser girîngiya 25'ê Mijdarê: "Em weke HDP û TJA li ser xeteriyên ku jin dijîn têkoşîn didin. Her sal bi minasebeta 25'ê Mijdarê em dicivîn. Li hemberî qirkirina li ser jinê û tecrîta li ser birêz Ocalan em dikarin çawa têbikoşin? Em jin çawa dikarin li hemberî qirejiyên ku ji hêla hêzên ewlehiyê ve li Kurdistanê pêk tên tebikoşin? Her roj li kolanan jin tên qetilkirin. AKP hatiye li ser îktîdarê heta niha tundî û qirkirina jinan gelek zêde bûye. Ev polîtîkayeke taybet e. Di mejiye desthilatdaran de ev tişt heye, heger hûn bikaribin civakekî teslîm bigirin bêriya her tiştî erişî jinan dikin. Heger jin ne birexistin kirî be, teslîm girtina wê civakê rehetir be. Ji ber wê jî dewlet bi taybetî têkoşîna jinan hedef digirin."   Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.