Li Wanê starta xebatên 25'ê Mijdarê hat dayîn 2021-11-15 13:28:17   WAN - Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Wanê û TJA, bi minasebeta plansaziya çalakiyên 25'ê Mijdarê daxuyaniyek da çapemeniyê û di daxuyaniyê de bangewaziya tevlîbûna çalakiyan hat kirin.    Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê û Tevgera Jinên Azad (TJA), bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinan plansaziya xwe aşkera kirin. Jinan ji bo aşkerakirina plansaziya xwe li ber avahiya HDP'ê ya Rêya Armûşê ya Wanê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Hevseroka HDP'ê ya bajêr Handan Karakoyun, hevşaredarên HDP’ê yên ku li şûna wan qeyûm hatî tayînkirin, endamên Komeleya Jinan a STAR'ê û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Pankarta “Li dijî xizanî, şîdet û şer, dem dema azadiya jinê ye" hat vekirin. Daxuyanî ji hêla Hevseroka HDP'ê ya navçeya Rêya Armûşê Canan Uzunay ve hat xwendin.    Canan, di destpêkê de bal kişand ser hedef girtina destkeftiyên jinan a ji hêla pergala serdest a mêr û got: "Ji dîrokê heta niha her tim destkeftiyên jinan hedef hatin girtin. Dewletên netewperest, şer ji xwe re wek rêbazek bikartîne û qeyrana ku li hemberî vê rêbazê derketî holê dibe sedema qirkirina jinan. Li Efganîstanê Talîban, li Şengalê û hwd. Dagirkirin, kedxwarî, bi navê hesasiyeta ol û malbatê tê veşartin. Ji bo ji holê rakirina qadên azad ên jinan jî dibin yek û dixebitin."   Canan, diyar kir ku îro li vir starta xebatên di 25'ê Mijdarê didin û wiha bi lêv kir: "Em ê li kolan, tax, gund û navçeyan xebatên xwe bidin destpêkirin. Em li vir bang li jinan dikin ku bên em bi hev re li dijî her cûreyên şîdetê têbikoşîn. Em ê di 25'ê Mijdarê de li Wanê meşeke girseyî li dar bixin. Em bang li jinan dikin ku tevlî meşê bibin."   Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.