Jinên ciwan bi berxwedanê dorpêçkirina serdestiya mêr dişkînin 2021-11-15 09:02:40     ÎZMÎR - Jinan diyar kirin ku jinên ciwan bi bênasnamebûn, asîmîlasyon û fuhuşê tên dorpêçkirin û diyar kirin ku li dijî feraseta dewleta mêr a dopêçkirinê têdikoşin.   Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinê nêz dibe û jinên ciwan der barê zextên li hember de jinan axivîn. Jinên ciwan diyar kirin ku bi bênasnamebûn, asîmîlasyon û fuhuşê tên dorpêçkirin û gotin dewlet serîtewandin û makulbûnê li jinan ferz dike. Jinan gotin bi berxwedanê bersivê didin dorpêçkirinê.   Rêya xelasbûnê ya ji şîdetê zewac tê dîtin   Ji Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê Hanîfe Çaçan diyar kir ku jinên ciwan ên kurd ên li metropolan dijîn ligel otorîteya mêr, bi asîmîlasyonê re tên rû hev û got divê jin di ferqa zîhniyeta ku dibe sedema şîdetê de bin. Hanîfeyê ev tişt vegot: “Divê mêr jî li dijî newekheviya zayendî bibin xwedî hişmend. Jinên ciwan dema ji bav, bira şîdetê dibînin serî li zewacê didin. Lê mêrên pê re dizewicin jî wan wek alav dibînin, azadiya wan tê sînorkirin. Ji ber şîdetê ji malbatê dibînin, tiştên hevjîn li wan dikin hinekî kêm dibînin.”   Jina ji malbatê direve ji aliyê dewleta mêr ve tên dorpêçkirin   Hanîfeyê bi lêv kir ku malbat rewşa biçûkirî ya dewletê ye û ev tişt daxuyand: “Dema jin ji gel malbatê dûr dikevin bi zextên dewletê re tên rû hev.  Xwe didin ser azadiya mêr.  Dewlet jinan bi fuhuş, zext, betalî û hişbirê dorpêç dike. Dewlet vê ji nedîtîve tê û azadiya jinê ji dest digire. Bi cil û bergên wê jî dorpêç dike.”   Kampanyaya ku jiyana nû hedef dike   Hanîfeyê di dawiyê de jî wiha got: “Di televîzyon û bi platformên rêzefîlman, cîhaneke ku têkiliya wê bi jiyana rast tune ye, tê esasgirtin. Jinên dixwazin xwe bigihînin vê cîhanê, zûtir dikevin kemînên mêr.  Dikevin fuhuş û hişbirê. Ji ber vê em dixwazin vê cîhana ku ne rast e nîşanî jinan bidin. Kampanyaya ‘Em li dijî hişbirê jiyanek nû ava bikin’ didome. Ez bang li hemû jinên ciwan dikim. Em dikarin bi hev re rêya xwe xêz bikin.”   Bi zanîngehên jinan jina makul tê ferzkirin   Endama Koordînasyona Navenda Pîrebokên Kampusê Berfîn Buyukertaş da zanîn ku sekna mêr û îslama sunî ya dewleta serdest a mêr serîtewandinê li jinan ferz dike û her wiha jina maqul ferz dike û got: “Jinên ciwan li dijî zanîngehên jinan têdikoşin. Çapemeniya alîgir nûçeyên zanîngeha jinê çêdikin. Li Bahçeşehîrê avahiyek çêkirin. Saziyek profesyonel a ku divê çawa xizmeta mêr bê kirinê ye. Di plansaziya perwerdeya 2022’yan de cih digire. Em dibêjin ku em nabin keçên maqul ên kesî û derdikevin qadan. Çawa Peymana Stenbolê rakirin dikarin di şevekê de zanîngeha jinan jî vebikin.  Wê LGBTÎ'yê wek nexweşî bigirin dest.”   Mamosteyên tacîzkar, feraseta perwerdeya ku jinan cuda dibîne   Berfînê  diyar kir ku rektorên qeyûm ên zanîngehan qada xwendekarên jin teng dikin û di qada akademîk de jî nêzîkatiyên newekhev hene û wiha dawî lê anî: “Saziyên Pêşîgirtina Destdirêjiya Zayendî (CTOK) li her zanîngehê tune. Yên hene jî bê bandor in.  Karê qeyûmê rektor Melîh Bulu yê ewil girtina Kuluba LGBTÎ  bû.  Koordînatorê CTOK'ê ji kar hat derxistin. Di perwerdeyê ya onlîneyê de jî derket holê ku mamsoteyên wek Celal Şengor û Îlber Ortayli tacîzkar in. Dema ev mamoste hebin bêguman jin ne rehet in. Xwendekarên jin ên nikarin debara xwe bikin li kafeyan saeta wê bi  7-8 lîra dixebitin, keda wan tê binpêkirin. Dema mezûn dibin betal dimînin. Ji bo ku jin bi hêsanî pere qezenc bikin, fuhuş û konsomasyon tê ferzkirin.  Li navçeyên ku piranî xwendekar lê dijîn, li rawestgehan îlanên kar ên saeta wê bi 150 lîra ye tên daliqandin û bi vî awayî jinan dixapînin. Em dibînin ku jinên ku naveroka wê nizanin, van îlanan tercîh dikin. Bedena jinê tê metakirin.”   ‘Jin hedef tên girtin’   Endama Jinên Ciwan û Azad Gamze Toprak jî nêrînên xwe anî zman û bêdengiya li dijî tacîz û tecawizê, di saziyên perwerdeyê de dîtina perwerdeya zayendperest, girtina jinan, hilberîna îdeolojiya serdestiya mêre û wiha dirêjî dayê: “Ji darazê heta dibistanê û polîtîkayên zayendperest. Nahêlin em azadiya aboriya xwe bikin. Di bin van êrîşan de yekane rê heye. Divê em bêjin em qanûnên we nas nakin.  Jin hedef tên girtin. Jinên dixwazin azad bibin wê li dijî faşîzmê jî rawestin. Divê em ji bo azadiya xwe li kolanê dengê xwe bilind bikin.”