ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2021'Ê 2021-11-15 09:00:00     * Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Sultan Yaray û rêvebera komeleyê Nurcan Delîl têkildarî hatina gel hevdu ya nivîskaran ya bi pêşengiya komeleyê pêk hat, axivîn. Sultan û Nûrcanê bal kişandin ser girîngiya yekîtiya gelê kurd û rêxistinbûyinê û wiha gotin:"Weke komele armanca me rêxistinkirina nivîskaran e. Ev pêwîstiya me ye û em bawer in wê bi yekîtî û rêxistinbûyîna nivîskaran re yekîtiya kurdan jî mîsoger bibe. Em dikarin bi pênûsa xwe jî bibin wesîleya vê yekê." DÎMEN HEYE   *Jinan diyar kirin ku jinên ciwan bi bênasnamebûn, asîmîlasyon û fuhuşê tên dorpêçkirin û diyar kirin ku li dijî feraseta dewleta mêr a dopêçkirinê têdikoşin. DÎMEN HEYE   *Parêzer Hîlal Çelîk sererastkirina xala ‘bi rêya îcrayê teslîmkirina zarok’ ya 5’emîn Pakêta Darazê ya Reformê ya AKP’ê amade kiriye, nirxand. Hîlalê da zanîn ku di xalê de nêrîneke der barê zarokan de tune ye, li ser pergaleke xerabe jî tiştekî nû ne pêkan e bê avakirin. DÎMEN HEYE   *Odeya Esnafan a Salonên Kafe, Kahwe, Kiratxane, kafeyên înternet û Playstatîon ên Wanê ku 36 sal in mêr serokatiya wê dikin, yekem car jinek bû namzeta serokatiya wê. Nurgul Şeker got divê destên jinan jî bi rêveberiyên odeyan bikeve. DÎMEN HEYE   *Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Şirnexê û TJA, dê di çarçoveya 25'ê Mijdarê de li avahiya HDP'ê ya Qilebanê panelekê li dar bixe. (13.00)