Dayîkên Mexmurê: ‘PDK bi hevkariya Tirkiyê siberoja Kurdan tarî dike’ 2021-11-14 16:30:16     MEXMÛR - Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengiya Meclisa Îştar dayîkên laçik sipî, ji bo piştgiriya Emîne Şenyaşar û dayîkên şehîdan ku ji mehekê zêdetire ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe di çalakiyê de ne li ber deriyê avahiya Meclisa Îştar daxûyaniyek dan.    Hêzên PDK’ê di 28’ê Tebaxê de li Xelîfana herêma Behdînan kemîn danîbun pêşiya komek gerîlla û di encama şerê derketî de 5 gerîlla şehîd ketibûn. Malbatên ku xwestin cenazeyên zarokên xwe bigirin ji mehekê zêdetir di çalakiyê de ne, lê heta niha jî PDK’ê cenaze radestî malbatan nekirine. Li aliyê din Emîne Şenyaşar ku di êrişek ya çeteyên hukumeta AKP’e de hevjîn û du zarokên wê hatin qetilkirin 252 roj e li ber deriyê dozgeriya Rihayê li edaletê digere. Li wargeha şehîd Rustem Cudî (Mexmur) bi pêşengiya Meclisa Îştar dayîkên laçik sipê ji bo piştgiriya dayîkên şehîdan û ya Emîne Şenyaşar li ber deriyê avahiya Meclisa Îştar daxuyaniyek piştgiriyê dan. Daxuyanî bi deqeyeke rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan hat destpêkin.   Daxûyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Meclisa Îştar Cemîle Korkmaz ve hat xwedin.    Daxûyanî wihaye: ‘’Dewleta tirk bi salane li pêş çavên hemû cîhanê sucên mirovahiyê pêktîne û di şer de bê ehleqiyeke mezin dike. Li hember Gelê Kurd hemû sucên mirovahiyê pêk tîne û bi hevkari Kurdên noke vêya rewa dide meşandin. Dewleta Tirk bi hevkariya Kurdên îxanetkar ji 23’ê Nîsanê heta niha li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê û kurdan şerek topyekum daye destpê kirin. Di vî şerî de her curê çekên kîmyewî yên li dijî qanûnên navnetewî ne, li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê bi kar tîne.   Malbat li benda radestkirina cenazeyan e   Dema dewleta Tirk nekarî bikeve herêmên parastina medya û hêzên gerîla bişkîne, bi hevkariya PDK’ê bi destê hêzên xwe yên taybet û hêza çete ya bi navê hêzên Roj ketin dewrê û dest bi şerê li dijî gerîlayên Kurdistanê kirin.  PDK bi vê hevkariya xwe ya bi dewleta Tirkiyê re siberoj û destkeftiyên Gelê Kurd dixe nava xeteriyê. Tevî van hemû hewildanên PDK’ê gerîlayên azadiya Kurdistanê hertim ji bo ku buyerên hîn girantir runedin xwînsar û baldar tevgeriyan. Lê hêzên PDK’ê di 28’ê Tebaxê de kemîn li hember gerîlayan danîn û di encamê de 5 gerîlla bi îxanetê şehîd xistin.  Li hember vê îxaneta PDK’ê, malbatên gerîlayên şehîd ketine ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe ev 38 rojin li ber deriyê Sêmalka di çalakiyê dene. Ruxmê hemû hewildanên dayîkên şehîdan û gelê Rojavayê Kurdistanê PDK’ê hêja cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan nekirîne.    Em weke dayîkên wargeha Şehîd Rustem Cudî dibêjin tu ferq di navbera PDK’ê û hukumeta faşîst ya AKP-MHP’ê de nemaye.    Li aliyê din ev 252 rojin Emîne Şenyaşar li hemberî bê edaletî û bê exlaqiya hukumeta AKP-MHP’ê tekoşîna edaletê dide meşandin. dayîkek ji bo edaletê pêk bÊ li ber xwe dide. Çawan dayê Emîne li hember faşîzma dewleta tirk  û hukumeta AKP’ê nobeta edaletê digire , her wiha dayîkên li Rojavayê kurdistanê jî ev 38 rojin li hember îxaneta PDK’ê li deriyê Sêmalka di çalakiyê dene.    Em weke dayîkên wargeha Şehîd Rustem Cudî ku bune şahidê hemu kiryarên hovane yên dewleta Tirk û şahidên zindî yên hemû îxanetên PDK’ê, çalakiya van dayîkên bi rumet silav dikîn û tekoşîna wan ya li hember faşîzim, bê edaletî û îxanetê pîroz dikîn.    Her wiha em bang li hemû hêzên siyasî yên kurd, Gelê Kurdistanê û hêzên navnetewî dikin li hember vî şerê qirêj yê dewleta Tirkiyê û îxaneta PDK’ê bibin xwedî helwest.’’   Daxuyanî bi dirûşmÊN "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin" û "Bimre îxanet" bi dawî bu.