Ji zaroka 2 sal û nîvî 3 roj e agahî nayê girtin 2021-11-14 12:13:15     MÊRSÎN - Li navçeya Gulnarê zaroka 2 sal û nîvî a bi navê Muslume ku li ber kon bi bisîklêta xwe dilîst 3 roj e winda ye û tu agahî jê nayê girtin.    Li navçeya Gulnarê ya Mêrsînê zaroka bi navê Muslume ku malbata wê koçer dijî, di 10'ê Mijdarê de dema ku li ber kon dilîst winda bû. Ji bo zaroka winda xebatên lêgerînê hatin destpêkirin, lê heta niha tu agahî jê nehatiye girtin.     Malbata Sarikeçîlî ya ku koçer dijî ji bo zivistana xwe derbas bikin ji Herêma Konyayê hatine Herêma Mêrsînê. Hefteya borî roja Çarşemê malbatê konê xwe veda û zaroka malbatê Muslume ya di heman rojê de saet di 17.00'ân de ku li ber kon dilîst winda bû.    Bi banga malbat û derdorê Cendirme, Agirkuj û AFAD hatin cihê bûyerê û dest bi lêgerînê kirin. Li heremê lêgerîna zaroka winda bû berdewam dike.