Nivîskaran di hevdîtina xwe de yekitiya Kurdan nirxand 2021-11-13 15:34:07   AMED - Nivîskarên kurd bi wesîleya rêxistinkirin û yekitiyê li hev civiyan. Nivîskaran pirsgirêkên di navbera xwe de bilêvkirin û ji bo çareseriyê pêşniyar kirin.   Komeleya Wêjekarên Kurd bernameya taştê li Amedê li dar xist. Gelek nivîskarên Kurd, Komeleyên weke Pena Kurd, Komeleya 78’an, MED- Der, Enstutuya Amedê, Birca Belek, Platforma Tora Ziman û Çandê û hrwd.  di taştê de li hev civîyan. Di civînê de li ser girîngî û taybetmendiya nivîskarî, wêje, zimanê kurdî, pirsgirêkên nivîskaran, yekîtiya nivîskaran û yekîtiya Gelê Kurd niqaş hatin kirin.   Di destpêkê de Hevserokên Komeleya Wêjekarên Kurd Sultan Yaray û Mehmet Devîren axivîn. Wan bal kişand ser girîngîya bihevrebûna nivîskaran û wiha hat berdewamkirin: “Armanca me ya sereke yekbûn û di bin vê yekê de rêxistinbûyîn e. Em dizanin nivîskarî bandoreke mezin li ser yekitiya neteweyî jî dike. Ger em îro pênûsa xwe bi hev re baş bi kar bînin em ê encamên mezin bi dest bixin.   Herî dawî nivîskaran û nûnerên komeleyan mafê axaftinê girtin. Piştî rexnedayîn, rexneyan û pêşniyariyan hevdîtin bi dawî bû.