Nobeta Edaletê di roja 250'emîn de berdewam e 2021-11-13 12:09:16   RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ku Nobeta xwe ya Edaletê 250 roj in didomînin bi gotina “An edalet an îstîfa” bertek nîşanî desthilatdariyê dan dan.    Çalakiya Nobeta Edaletê ku Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê Adarê de li pêş Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin di roja 250’ende berdewam dike.  Emîne û Ferît ku ji ber dawiya heftê ye çalakiya xwe li mala xwe ya navçeya Pirsûsa Rihayê didomînin, li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal peyamek parve kirin.    Peymana Emîne û Ferît wiha ye: “Têkoşîna me ya edaletê di roja 250’î de didome . Sedemê bilindbûna dolar a 10 lîreyî ne aborî ye, rêveberiya xerab e. Revîna sermayeyê ya ji bêhiqûqiyê ye. An edalet an îstifa.”