Ciwanên hatibûn girtin hatin berdan 2021-11-12 14:32:55     WAN - 3 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hatin berdan.    Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Wanê dabû destpêkirin de di 13’ê Tebaxê de ji 15 kesên ku di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin jê endamên Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Rojîn Vahan, Ferhat Azan, Çetîn Temel  di 16’ê Tebaxê de hatibûn girtin.    Şandeya dadgehê bi biryara navberê, her sê ciwanên ku ji 3 mehan zêdetirin li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtîbûn, berdan.