Navê 'lêgerîna tazî' wek 'lêgerîna hûrgulî' hat guhertin 2021-11-12 14:08:41     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi biryara di Rojnameya Resmî de navê "lêgerîna tazî" bi navê "lêgerîna hûrgulî" hat guhertin.    Navê "lêgerîna tazî" ku li girtîgehan li ser girtiyan û kesên tên binçavkirin li wan tê ferzkirin, bi îmzeya Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan hat guhertin û navê “lêgerîna hûrgulî” lê kirin. Ev meseleya lêgerînê di rêziknameyê de cih digire. Guhertina wî navî di Rojnameya Fermî de hat ragihandin. Demek dirêj e li ser vê mijara lêgerîna tazî nîqaşên mezin hebûn û di rojevê de bû.