Ji girtiyên jin re qert hatin şandin 2021-11-12 13:58:36     ÎZMÎR - EGE TUHAY-DER, TJA û Însiyatîfa Dayikên Aştiyê di çarçoveya xebatên 25'ê Mijdarê de ji jinên li girtîgehan tên girtin qert şandin.    Komeleya Piştevaniya bi Xizmên Hukumxwar û Girtiyan a Egeyê (EGE-TUHAYDDER), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, EGE-TUHAY-DER, di çarçoveya xebatên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê de li çalakiya li dar xistin hatin gel hevdu. Jinên li avahiya TUHAY-DER'ê hatin gel hevdu piştî taştê daxuyanî dan.     'Divê jin li dijî zilma mêr bi hev re têbikoşin'   Endama Lijneya Rêveberiyê ya TUHAY-DER'ê Selma Altan, da zanîn jin di her qadê de xwe bi rêxistin dikin û wiha got:"Jin tenê wekî kesên ku karê malê dikirin dihatin xuyakirin lê belê têkoşîna me û serhildana me ev yek berovajî kir. Dibin sedem ku jin her tim di plana duyemîn de cihê xwe bigirin. Şansa ji bo pêşengtiyê didin mêran. Her roj cinayetên jinan çêdibin. Jin ji aliyê bav, hevjîn, birayê xwe bi tundiyê rû bi rû dimînin. Em ê li dijî vê yekê bi rêxistinê bi ser bikevin. Divê jin li dijî zilma mêr bi hev re têbikoşin."   'Divê em dengê jinan bêtir bidin bihîstin'   Selmayê da zanîn ku jinên têkoşîna azadiyê dimeşînin di girtîgehan de ne û wiha pê de çû:"Li girtîgehan polîtîkayên çewisandinê dixin meriyetê. Lê belê em dibin dengê girtiyan û em ê vêya bidomînin. Em bi taybet balê dikşînin ser jinên mehkûm. Li girtîgehan ji bo jinan alav nayên dayin û paqijî tune ye. Jin bi lêgerîna tazî rû bi rû dimînin. Divê em dengê jinan bêtir bidin bihîstin."   Çalakî bi dirûşma "Jin, Jiyan, azadî" bi dawî bû.    Jinan piştre ji bo jinên girtî li Şaxa PTT'ê ya Konakê qert şandin.