Agahî ji girtiya siyasî Zeynep Celaliyan nayê girtin 2021-11-12 12:37:24     NAVENDA NÛÇEYAN -Ji Zeynep Celaliyan ku bi endamtiya PJAK’ê tê tohmetbarkirin û 14 sal in li Îranê girtî ye, bi mehan e agahî nayê girtin.   Girtiya siyasî Zeynep Celaliyan di bin şert û mercên herî giran ên girtîgehên Îranê de tê girtin. Malbat û xizmên Zeynep Celaliyan a 14 sal in ji ber endamtiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di girtîgehên Îranê de tê girtin bi mehane agahî negirtine. Ji bo Zeynep Celaliyan cezayê sêdarê hatibû dayîn, ji ber xwedîlêderketina civakî daraza Îranê neçar ma gavê paşde biavêje û darve nekir. Cezayê Zeynep Celaliyan vegerandin muebetê.   Li gorî agahiyên ji aliyê Sendîkaya Girtiyên Siyasî ve hatin dayîn, Zeynep Celaliyan a ku herî dawî li Girtîgeha Yezd ê di sirgûnê de ma, ji meha Gulanê ve agah nayê girtin. Sendîkayê diyar kir ku rêveberiya Îranê ji bo şopa Zeynep Celaliyan winda bike ew şandine Yezd, Kirmanşah, Urmiye û piştre jî Girtîgeha Yezdê. Sendîkayê anî ziman ku ew hewl didin vê yekê bişopînin û ji rewşa heyî bi fikar in.   Sendîkayê da zanîn ku ti pêdiviyên tenduristiyê yên Zeynep Celaliyan nayên dabînkirin ji ber wê jî ji jiyana wê bi fikar in û got: "Em wisa difikirin ku ew niha bi rewşeke xeter re rû bi rû ye."    Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji Serokê Dadgeha Bilind a Îranê re nivîsî   Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji bo balê bikişîne ser şert û mercên tecrîda li ser girtiya siyasî ya li Îranê Zeyneb Celaliyan di meha sibata borî de nameyek ji Serokê Dadgeha Bilind a Îranê Îbrahîm Reisi re şandibû û xwestibû ku şert û mercên wê bên sererastkirin. Name bi van gotinan despêdike; “Zeynep Celaliyan a ku di sala dawî de ji 4 girtîgehên cuda hatiye veguhestin, ji aliyê Wezareta Îstixbaratê ve tê şertkirin ku xizmetê tenduristiyê jêre neyê kirin. Li hember veguheztina wê ji bo zindaneke nêzîkî malbata wê ya li parêzgeha Azerbaycanê, jê tê xwestin ku li ber kamerayan îtiraf bike û bêje ku wê xeletî kiriye û ji çalakiyên xwe yên siyasî poşman bûye.”   Zeynep Celaliyan:Jina azad ji dayik dibe, ti hêz nikare çok bi wê bide şikandin   Zeynep Celaliyan di nameya xwe ya dawî de ev tişt anî ziman; "Ey zalim, we dît û temaşe kir, hûn nabînin ku hûn nikarin bi kuştin, îşkence û zindankirina me jinan daxwazên me rawestînin. Dema ku jin azad ji dayik dibe, ti zext nikare çok bi wê bide şikadin."