Civaknas Neslîhan Şedal: Desthilatdarî bajarên parastina rewa lê xurt e hedef digire 2021-11-12 09:08:10   Hîkemet Tunç   WAN - Ji Atolyeya Jîneolojiyê civaknas Neslîhan Şedal da zanîn jineolojî zanista parastina rewa ye û got desthilatdarî bajarên ku parastina rewa lê xurt e hedef digire.   Ji 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetweyî ya li Dijî Şîdeta li Hember Jinê re demek kurt ma û li herêmê politîkayên şerê taybet li ser bedena jinê didome. Demên dawî de li Colemêrg û navçeyên wê karê hişbirê bi destê polîs, leşker û cerdevanan tê kirin. Ji Atolyeya Jîneolojiyê civaknas Neslîhan Şedal ji ajansa me re nirxandin kir.   Neslîhanê da zanîn ku şîdeta li ser jinê, îstîsmar li hember zarokan didome û li herêmê zêde bûye. Neslîhanê got: “Divê ev bê zanîn; parastina rewa ne dem bi dem divê her tim di rojeva me de be. Divê em her tim têkoşîna vê bidin.”   ‘Divê baş bê nirxandin’   Neslîhanê daxuyakirin ku divê ewil ji fêmkirina têgeha parastina rewa bê destpêkirin û ev tişt daxuyand: “Divê parastina rewa tenê fîzîkî neyê destgirtin. Hemû zindiyên xwezayê ji bo hebûna xwe bidomîne divê vê wek têkoşîn bigire dest. Ev mijareke jiyanê ye. Li dijî qirkirina jinê, kuştinên jinê, êrîşa zayendî ya li hember zarokan divê wek alternatîf bê destgirtin.”   ‘Tevî jinê di civakê de parastina rewa ava kiriye çima bê parastin e?’   Neslîhanê bi lêv kir ku jinan parastina rewa ya civakê pêş xistiye û wiha destnîşan kir: “Jina ku heqîqet û xwezaya xwe nîqaş dike; bi hezaran salan ji bo civakan, gelan, mirovan zanîst, teknolojî afirand.  Pirsgirêka me ya esas ev e; Jinan dema ji bo civakê ev mekanîzmaya parastinê pêş xistin, gelo çima niha tê xwestin ku jin bê parastin bê hiştin. Bersiva vê zelal e deshtialtdarî dixwaze xwe heyî bike. Dema şîdeta li ser jinê tê axaftin em tenê wek mijarek zayendî nagirin dest. Rastiyeke ku di şexsê jinê de civak hedef tê girtin de mijara gotinê ye lê dema em vê digirin dest divê em mijara jinê jî wisa bigirin dest. Dixwazin jinan ji xwezaya wê bikin. Dixwazin parastina rewa ya jinan bişkînin û ji nasnameya wan re biyanî bikin.”   ‘Dixwazin civakê di alî exlaqî de têk bibin’   Neslîhanê destnîşan kir ku di seranserê dîrokê de jin di civakê de rola pêşeng lîstine û îro jî jin rola xwe didomînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ger rêgeza rastparastina rewa bi bandor bê kirin, divê em ji axlaq û polîtîkayê bigirin dest. Nirxên ku civakê dikin civak, mirovan dike mirov hene. Nirxên çandî û axlaqî. Nirxên axlaqî tune bin civak nikare hebûna xwe bidomîne. Desthilatdarî îro li herêmê polîtîkayên şer didomîne û argumanên xwe ava dike. Li herêma em dijî li dijî jinan şîdet her cureyê êrîşa zayendî li hember zarokan heye. Întîharê li jinan ferz dike. Ciwanan ji rê derdixin. Dixwazin civakê di alî exlaqî de têk bibin.”   ‘Li bajarên xurt dikin dewrê’   Neslîhanê bal kişand ser rewşa herêmê û got: “Li herêmê bi armanca berxwedana civakê bê şikandin fuhuş, sîxûrî û hişbirê dikin dewrê. Di şexsê jinê de dixwazin civakê bê parastina rewa bihêlin. Li Wanê di demên dawî de polîs li parkan zarokan bi zorê digirin, alkolê didinê û îstîsmar dikin. Dîsa li Colemêrg û navçeyên wê çeteyên fuhuşê li ser çapemeniya civakî tên teşhîrkirin. Ev bajar di alî nirxên civakî de cihên xurt in û dixwazin li bajarên ku parastina rewa xurt e vê pêk bînin. Her çiqas civak bê çewisandin jî potansiyela civakê dertê holê. Em jineolojiyê wek zanista parastina rewa digirin dest. Em jin li atolyeyên jîneolojiyê vê bi nîqaşan derdixin holê. Em jineke ku ji xwebûna xwe re biyanî bûye, wek ji parastina xwe ya rewa re şikestiye digirin dest. Ji bo em xwe nas bikin, bibin xwebûn nîqaşan dikin.”