Riham Hico: Wê têkoşîna civaka Şengalê dewam bike 2021-11-12 09:04:21   Medya Uren   NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Kordînasyona TAJÊ  Riham Hico têkildarê salvegera rizgariya Şengalê bi ajansa me re axivî û got: “Nexşeya fermanê hîna di pêvajoya rejîma sedam de hatibû tekûzkirin. Ferman bi destên PDK’ê re jî berdewam dike. Lewra rêxistina me civaka êzîdi û li dijî hovitiyê rêxistina jinê çavê hemû dijminan ditirsîne û êrişên wan vala derdixe. Serkeftina me di 13’ê Mijdarê de bi dest xistiye hîna dewam dike. Wê bi têkoşînê jî azadiya me mîsoger bibe."   Çeteyên DAÎŞ'ê di 3'yê Tebaxa 2014'an de êrişî Şengalê kirin û fermana 74'emîn li dijî civaka Êzidî kirin. Di encama berxwedana 15 mehan de, di 13'ê Mijdara 2015'an de Şengal hat rizgarkirin. Di oxira azadiya Şengalê de bi dehan şervanan jiyana xwe ji dest dan û îro jî ev berxwedana xweseriya Şengalê berdewam dike. Li dijî êrişan, qetlîaman û qirkirinên siyasî bi taybetî jin berxwedanek mezin didin.  Endama Kordînasyona TAJÊ  Riham Hico têkildarê salvegera rizagariya Şengalê ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.   'Nexşeya fermanê ji berê de hatibû rastkirin'   Rihamê di destpêka axaftina xwe de fermana 74'emîn a di 3'ê Tebaxê de ji aliyê DAIŞ'ê ve pêk hatibû bi bîr anî û ew roj wiha nirxand: "Ev ne fermana yekem e û dibe ku ne fermana dawî jî be. Heya niha ji bo civaka êzidî qir bikin hemû rê û rêbaz bi kar anîn. Ango ji şerê qirêj jî tucarî paşve neçûn. Em pê dizanin nexşeya vê fermanê hîna ji rejîma Sedam ve hatibû diyarkirin. Di serî de civaka Êzidî ya ku li hemberî qetlîaman xwe dispart çiyan, ji çiyan hat qutkirin. Di aliyê erdnîgariyê de hate parçekirin. Her parçeyek bi bajarên cîran ve hate girêdan. Di heman demê de jî  parçebûnek di aliyê rêveberiya Şengalê de jî pêk anîbûn. Hinekan ji xwe re kirin kedkar, erkdar û leşker. Ev jî ji bo êrişan bu hêsaniyek. Çandek nîjadperest xistin nava herêmê. Ev mislman e, ev êzidi ye, ev kurd e, ev erebe. Bi vî rengî xwestin cihêkariyê bikin. Ev nêzîkatî jî bû sedema êrişa cîranan bi xwe çêbibe."   'Em qehremanên Şengalê ji bîr nakin'   Rihamê bi lêv kir ku hêzên PDK'ê piştigirî daye fermanê. Rihamê diyar kir ku ew bêparastin hatin hiştin û wiha berdewam kir:"Hinek jî be em ji van hêzên di nava me de cih digirtin bi bawer bûn. Lewra wan bi xwe dawiya me amade kirin. Çekên civaka Şengalê kom kirin û ew bê parastin hiştin. Piştre jî me şûnde hiştin û baz dan. Jixwe wan dixwest ku ev civak tune bibe. Di fermanê de bi hezaran jin, zarok hatin revandin û bi hezaran kes bi awayekî hovane hatin serjêkirin. Qetlîamek mezin hate jiyîn. Civaka Êzidî 7 rojan li çiyan ve tî û birçî meşiyan. Gelek nîştecih ji aliyê hêzên HPG'ê ve hatin rizgarkirin. Ew hatin û ji bo me bûn alîkar. Bi taybetî jî ez dixwazim di kesayeta wan qehremanên bê nav qomitanê YBŞ'ê şehît Seîd Hesen bi bîr bînim. Em wan kesan û fedakariya wan tucarî ji bîr nakin û ez bi rêzdarî bejna xwe li ber wan ditewînim."   'Jinan soza tolhildanê dan'   Rihamê da zanîn di pêvajoya êrişê de civaka Êzidî ji bo tolhildanê serî rakir û berxwedana xwe ya azadiyê heya niha dide domandin. Rihamê wiha qala têkoşîna hatiye dayîn kir:"Dema em temaşe dikin bi taybetî jinên Êzidî ji aliyê DAIŞ'ê ve di sûkan û bazaran de layiqê kirîn û firotinê bûn. Lewra li rex wê jinan soza tolhildanê dan û di şerê xweseriyê de di rêzên pêş de cih girtin. Jinan xwe bi rêxistin kirin û bi nasnameya YJŞ'ê  re di berxwedanê û rizgariya Şengalê de cihê xwe girtin. Li gorî me ev li hemberî hovitî û barbartiya çeteyên DAIŞ'ê bersivek xurt bû. Ji bo me jî gavek mezin û dîrokî bû."   Rêxistinbûyeina li hemberî koçberiyê    Li aliyê şerê rizgariyê civaka Şengalê yên ku koçber bûne, li qempan wargehan diman an jî di çiyan de xwe bi ewle dikirin tengasiyên mezin dijiyan. Rihamê diyar kir ku koçberî ji dijmin re serkeftinek e û wiha berdewam kir:"Civaka me neçar ma ku koçber bibe. Lewra ev jî ji bo bişaftin û tunebûna êzidiyan rêbazek e. Pêwîst e em li gel hev bimînin. Gelek kes di qempan de man ên ku rê dîtin ber bi welatên ewropayê ve çûn. Ji bo ku teminata jiyana xwan hebe. Lewra heçê ku çûye jî ji me re giliyên xwe tînin ziman û diyar dikin ku tu teminata jiyana wan tune ye. Bi taybet yên ku di qempan de dimînin rastî astengiyan tên û ji bo ew venegerin êrişek derûnî li ser wan tê meşandin. Malbatek me piştî ku vegeriya Şengalê em çûn serdana wan. Malbatê ji me re digot wisa didan hîskirin ku, me digot em herin em ê werin qetilkirin. Bandorek wisa li ser gelê me tê avakirin. Lê bi hezaran kes vegeriyane ser axa xwe û ev hîna berdewam dike. Êdî civaka êzidî heval û dijminan nas dike. Bi vê vîna xwe jî rêxistinek xurt li Şengalê hate avakirin. Gel bi xwe xwe bi rêve bir. Di aliyê leşkeri, civakî û îdarî de jî wan gavên mezin avêt."   'Piştî fermanê jî êriş berdewam dikin'   Rihamê eşkere kir ku nexşeya tunekirina Şengalê bi rêya PDK'ê berdewam dikin û got:"Me qala vegera Şengalê kir, beriya peymana 9'ê Cotmehê ya ji aliyê hikumeta Hewlêr û Bexdayê ve were îmzekirin veger zêde bû. Lê belê bi peymanê re cardin planên xwe yên provekirina rêxistina civaka Êzidî xistin meriyetê. Bi destên Tirkiye, PDK'ê êrişek siyasî û fîzikî dide meşandin. Di hilbijartinan de jî zextên xwe dan berdewamkirin. Ji bo nîştecihên êzidî dengê xwe nedin gelek astengî derxsitin. Lewra civaka me agahiya wan ji pendan hebûn û ji bo nêzîkatiya wan şermezar bikin hilbijartin boykot kirin. Zêdeyîn nîştecihên vir deng nedan. Ev ji bo PDK û Tirkiyeyê jî bersiva me bû."   '13'ê Mijdarê pîroz be'   Rihamê diyar kir ku pêwîst e civaka êzidî ji bo venegere beriya 3'yê tebaxê çi ji destê wê tê bike. Rihamê bi van gotinan re axaftina xwe bi dawî anî:"Beriya fermanê jî ji aliyê hikumeta Bexda, hikumeta Hewlêr û Tirkiyeyê ve em bi awayekî veşartî dihatin bişaftin. Niha jî bi awayekî vekirî tê meşandin. Lewra me rêxistina xwe û têkoşîna xwe xurt kiriye. Pêwîst e em paşde gav neavêjin. Pêwîst e em vê rêzika xwe biparêzin. Ez di vê baweriyê de me jî wê civaka Êzidî li ser şopa şehîdê azadiyê bin û xeyalên wan bidin jiyîn. Bi taybetî jî ev erk dikeve ser milê jinê ku yên herî zêde di van pêvajoyan de êş û azar kişandine ew in. Piştî 13'ê Mijdarê şûnde jî jinên êzidî ji berê zêdetir azadiya xwe bi rêxistin kirin."