'Divê NY û Iraq li hemberî êrîşên li dijî kurdan bersivê bidin' 2021-11-12 09:03:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî bikaranîna çekên kimyewî ya ku li gor çavkaniyên herêmî tê gotin ji aliyê Artêşa Tirk ve di êrîşên xwe dersîor de tê bikaranîn bertekên gel her ku diçe zêdetir dibin lê belê derheqê mijarê de NY û welatên Ewropayê bêdenggiya xwe diparêzin. Seroka Rêxistina Dabîn a Geşepêdana Demokrasî û Mafê Mirovan, Dilsoz Zengene, destnîşan kir ku divê NY û Îraq li dijî sûcên li kurdan tên kirin hesab bidin.   Çekên kîmyewî wek "madeyên ku bi bikaranîna taybetmendiyên jehrî yên madeyên kîmyewî tên hilberandin da ku tesîra texrîbata psîkolojîk a fîzîkî li mirovan bike" tên pênasekirin. Di gelek şerên piştî şerê cîhanê yên yekemîn û duyemîn de çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Lê belê komkujiya herî mezin a li ser sivîlan hat kirin, komkujiya Sedam a di 16'ê Adara 1988'an de li Helebçê li dijî kurdan bû. Lê belê cihê ku çeka kîmyewî lê hate bikaranîn bi tenê Helebçe nebû. Rejîma Sedam Huseyîn di operasyonên Enfalê de gelek caran û li cihên cuda kîmyasal bi kar anî.   Di demên dawî de çekên kîmyewî yên ji aliyê hikumetên Îsraîl, DYA û Şamê ve tên bikaranîn, di rojeva navneteweyî de ne û rastî nerazîbûneke mezin hatin. Lê belê tevî ku dewleta tirk di êrişên xwe yên li hemberî kurdan de gelek caran çekên kîmyewî bi kar anîne jî, heman civaka navneteweyî nerazîbûn nîşan neda. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di rapora xwe ya 26'ê Tebaxa 2011'an de ku bi sernavê ‘Li Tirkiyeyê di pêvajoya şer de îdîayên li ser bikaranîna çekên kîmyewî û biyolojîk’ weşand, ragihand ku di navbera salên 1994-2011'an de di şer de ji ber bikaranîna çekên kîmyewî bi 46 caran, 437 PKK'iyan jiyana xwe ji dest dan.   Hêzên çekdar ên tirk, ji 23'yê Nîsanê de li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê dest bi operasyona leşkerî kiriye. Li gorî daneyên Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG'ê di 6 mehên êrîşan de Tirkiyeyê zêdeyî 323 caran bi çekêm kîmyewî êrîşî herêmê kiriye. Li gorî daxuyaniyê ji meha gulanê heta niha 33 HPG'yiyan bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane. Dewleta tirk çekên qedexekirî yên dikevin ber peymana Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) bi kar tîne. Her wiha li herêmê 548 kesan bi hinceta ku di laşê wan de nîşaneyên bikaranîna çekên kîmyewî hene serî li nexweşxaneyan dane. Derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de bang li saziyên navneteweyî yên lêkolînên çekên kîmyewî dikin tên kirin.    'Divê ew çekên ku hatine bikaranîn bêne lêkolînkirin'   Seroka Rêxistina Dabîn a Geşepêdana Demokrasî û Mafê Mirovan, Dilsoz Zengene diyar kir ku çekên kimyewî li dijî mirovên sîvîl jî hatiye bikaranîn û destnîşan kir ku divê ew çekên ku dewleta tirk bi kar anîye bêne lêkolînkirin. Dilsozê, wiha berdewam kir:"Ji her kesî re eşkere ye ku bikaranîna çekên kîmyewî li ku derê be, li kîjan welatî be weke sûcekî şer tê dîtin. Dewleta tirk ev demek dirêj e Başûrê Kurdistanê bombebaran dike lê di bombebaranê de ku li gorî belgeyan bi çekên kîmyewî hatiye bikaranîn. Divê ev çekên ku hatine bikaranîn bên lêkolînkirin û her wiha li dijî sivîlan û li dijî hawirdorê jî ew çek hatine bikaranîn. Ev bi serê xwe sûcê herî mezin ê li dijî Başûrê Kurdistanê ye."   'Ji bo berjewendiyan bêdeng in'   Dilsozê bi lêv kir ku ji ber berjewendiyan helwesteke cidî nayê nîşandan û got:"Ez helwestên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê pir lawaz dibînim. Pêwîst e Iraq herî zêde li hemberî tiştên ku Tirkiye dike bê rû hev. Lê em dizanin hemû peyman di bin peymanên siyasî û stratejîk de ne. Ji ber vê yekê em dibînin ku Iraq li hember wê pir bê deng e. Her wiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo berjewendiya hin aliyan nikare bêje ku xwedî helwestek cidî ye. Lê helwesta wan pir lawaz a. Ji ber vê ew bombebaran li ser Başûrê Kurdistanê berdewam e."   'Li dijî bikaranîna çekên kimyewî îmze hatin komkirin'   Dilsozê bal kişand ser helwesta gel û diyar kir ku bertekên gel têrî nake, pêwistî bi bertekên hikûmetê heye. Dilsozê, got:"Gel pir zêde helwesta xwe ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî diyar kirin. Piraniya rêxistinan û mirovên rewşenbîr û pisporan helwesta xwe nîşan dan û dewam jî dikin. Derheqê mijarê de îmze hatin komkirin. Ji bo ku hovîtiya dewleta tirk a li hember civak û kesên sîvîl Neteweyên Yekbûyî û hemû dinya bibîhîse. Her wiha xwepêşandan û bertekên gel berdewam dikin. Li vir xelkê karekî baş girtine ser xwe. Lê belê wisa ku me got xelk bi tenê têrê nake. Pêwîst e ku desthilatdar, hikumet û partiyên siyasî jî li ser vê helwestê bisekinin. Ji ber ku dewleta tirk li Başûrê Kurdistanê mafên mirovan binpê dike. Bi sûcê şer li sînoran li dijî xweza, mirovên sîvîl û civakê binpêkirinên mezin pêk tîne."   'NY û Ewropa li gorî berjewendiyên sîyasî tev digerin'   Dilsozê di berdewamiya axaftina xwe de li ser nêzîkatiya Netewên Yekbûyî û dewletên Ewropayê jî sekinî. Dilsozê diyar kir ku di navbera NY û Ewropayê de berjewendiyên stratejîk hene û loma nêzikî hevdû bûne. Dilsozê, axaftina xwe re wiha domand:"Wan li ser pêşhatên nepenî li dijî civakan bi kar tînin û mixabin pir caran NY û Ewropa bixwe mafên mirovan binpê dikin. Lewma heta niha nikaribûne pirsgirêkên piraniya welatan çareser bikin. Heta sedema pirsgirêka birçîbûnê jî ji ber ew serokê dinyayê ne. Ji ber vê yekê ez wisa difikirim ku li cem NY û Ewropayê berjewendiyên siyasî û berjewendiyên stratejîk li ser tevahiya berjewendiyan de ye."   'Divê NY û Iraq li hember sûcên li dijî kurdan bersivê bidin'   Dilsozê anî ziman ku li hemberî êrîşên dewleta tirk ên li dijî mirovatiyê tê kirin bêdengiyek mezin heye. Dilsozê di dawiya axaftina xwe de ev tişt li ser zêde kir:"Mirovê bi wijdan jenosîda li ser kurdan û bombeyên ku NY qedexe kiriye hatiye bikaranîn. Di wan jenosîdan de kurdan koçber kirin û warên wan tarûmar kirin. Me li Rojava jî dît ku çend bajar û bajarok kirin çol. Xelkên biyanî anîn bi cîh kirin. Ev yek jî jixwe mezintirîn tawan a li dijî mirovayetîyê tê kirin e. Ji ber vê sedemê pêwîst e ku welatên Ewropayê û Iraq li hember wan tawanan ku Tirkiye li dijî kurdan dike bersivê bidin."   'Ne tenê li dijî gêrîlayan, li Efrîn, Serêkani û Girêsipî jî hatibû bikaranîn'   Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma jî diyar kir ku bikaranîna çekên kimyewî ne tenê li ser mirovan bandorê dike di heman demê de li ser xweza, ajal û li hemû qadan bandorên neyînî dike. Evînê, wiha axivî:"Bi salan e dewleta tirk şerê xwe yê dersînor berdewam dike. Li Iraqê, Surîye û li welatên Rojhilata Navîn didome. Niha jî di şerên bi gerîlayan de çekên kimyewî bi kar anîye. Bikaranîna çekên kîmyewî, li gorî zagonên navneteweyî qedexe ye. Li gorî zagonên şer bi çekên kîmyewî yanî maddeyên şewatê nikarin bên bikaranîn. Lê mixabin ev çekên kîmyewî ku tên bikaranîn ne tenê li ser mirovan, li xweza,  ajal  û hemû qadan bandor dike. Ev şeş meh in şer didome. Di encamê de bi dehan kesî jiyana xwe ji dest daye. Ne tenê li dijî gêrîlayan, li Efrîn, Serêkani û Girêsipî jî li ser mirovên sîvîl jî hatibûn bikaranîn. Ji ber vê yekê Tirkiy sûcekî herî mezin dike."   'Divê artêşa tirk li gorî zagonên navneteweyî bê darizandin'   Evînê destnîşan kir ku divê artêşa tirk li gorî zagonên navneteweyî bê darizandin û axaftina xwe wiha berdewam kir:"Em bang li Komeleya Mafên Mirovan û NY'ê dikin ku  çavên xwe li ser vê rastiyê negirin. Bi du alî li tiştan nenêrin. Artêşa tirk li gorî zagonên navneteweyî divê ji bo sekinandina çekên kîmyewî were cezakirin."   'Hikumeta Iraqê jî berpisyarê vî sûcî ye'   Evînê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser helwesta Hikûmeta Federal a Kurdîstanê û hikûmeta Iraqê. Evînê diyar kir ku Hikumeta Iraqê jî berpisyarê vî sûcî ye û wiha pê de çû:"Hukumeta Iraqê ji ber ku destûrê dide derbasbûyîna artêşa tirk ew jî sûcdar e. Dema li dijî van sûcan bêdeng bimîne ew jî dibin şirîkê vî sûcê. Eger ku nerazîbûna xwe bi rengekî eşkere bide xuyakirin, dikare heya mehkema cînayetan jî doz veke û bibêje van çekan tên bikaranîn. Lê mixabin heya niha bertek nehatiye nîşandan. Bêdengiyek heye. Ev jî eşkere dike ku  ev artêş bi xwesteka wan tev digere. Banga me li wan heye ku bila xwe nekin hevparê vî şerê qedexe. Nerazîbûna xwe bînin ziman, ji bo ku artêşa tirk dawî li bikaranîna van çekên kîmyewî bîne."   'Li Surîyeyê bandorên çekên kimyewî hê jî hene'   Evînê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku texrîbatên çekên kimyewî gelek bi demdirêj berdewam dikin û ev tişt got:"Heya niha bêdengî heye. Berê niha li Serêkaniyê jî çekên kîmyewî hatibû bikaranîn. Li gorî raporên bijîşk û pisporan gelek madeyên şewatê hatiye bikaranîn. Êşek pir mezin û giran li ser mirovan bandor kir. Mînakên bi dehan heye ku laşên wan şewitandine. Bertekek xurt pêk nehatiye. Binpêkirin heye. Lê ev binpêkirin bi çi rengî ye nehatiye nîşandan. Bandora bikaranîna çekên kimyewî ya li Surîyeyê hê jî berdewam dike. Dîrok ew sûcên li dijî mirovahiyê nade jibîrkirin û kîjan roj be jî ew ê ji wan hesab bê pirsîn."   'Li dijî gelê kurd êrîşek topyekun heye'   Ferîha Gokkan a endama rêxistina HDP'ê ya Pirsûsa Rihayê jî bikaranîna çekên kimyewî şermezar kir û wiha got:"Li dijî gelê kurd bi her cureyî êrîş tê kirin. Niha jî li Başûr çekên ku NY'yê qedexe kiriye tê bikaranîn. Berê li Rojava jî hate bikaranîn û gelek texrîbatên giran pêk anî. Ez wê bêdengiya li dijî wan sûcê şer şermezar dikim. Kî li dijî vî sûcî bêdeng bimîne di heman demê de hevkarê vî sûcî ye. PDK jî hevkarê vî sûcî ye. Hikumeta Başûr êdî ji ber berjewendiyên xwe yên bi taybet di hêla aborî de bûye wek koleyê dewleta tirk. Şûna parastina gelê xwe bike, îxanetê li dijî nirx û deskeftiyên kurdan dike. Divê Barzanî êdî dev ji vê îxanetê berde. Sedema wê bêdengiyê xwesteka qedandina kurdan e. Lê divê baş bê zanîn ku mîrateya têkoşîna gelê kurd gelek kevnar e. Li her parçeyên kurdan êrîşek topyekun heye û armanca wan qedandina kurdan e lê ew ê bi ser nekevin."