Gelê Kobanê ji bo Qamişloyê rabû ser piyan 2021-11-11 16:33:48     KOBANÊ - Şêniyên kantona Kobanê bi dirûşma "Bi têkoşîna gelê şoreşger em ê îxanet û faşîzmê têk bibin", li dijî hedefgirtina sivîlên ji kantona Qamişloyê ya ji aliyê dewleta tirk ve meşiyan.   Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê li dijî êrîş û bombebarana dewleta tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di encamê de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan, meşiya. Di meşê de bi sedan ji şêniyên kantona Kobanê, sazî û rêxistinên civaka sivîl, Rêveberiya Xweser, Kongreya Star û hêzên Ewlehiya Hundirîn amede bûn. Di meşê de wêneyên kesên ku ji ber bombebarana balafirên bê mirov ên dewleta tirk li Kobanê û Qamişloyê jiyana xwe ji dest dan, alên PYD, TEV-DEM, Meclîsa Malbatên Şehîdan û posterên rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibûn hildan.   Meşê bi berzkirina dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Berxwedan Jiyan e" ji Qada Jina Azad dest pê kir, ber bi qada Şehîd Egîd ve çû û rawestiya.    Di destpêkê de ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin.    Pişt re li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Arif Balî axivî û wiha got: "Dewleta tirk tevgera êrîşên bi riya balefirên bê mirov li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kiriye. Me dît ku di 20'ê Cotmehê de êrîşa bi vê rêbazê pêk anî ku di encamê de du ciwanan jiyana xwe ji dest dan.  Heman êrîş di 9'ê Mijdarê de li kantona Qamişloyê çêbû û di encamê de 3 kes ji malbateke welatparêz jiyana xwe ji dest dan. Em weke gelê Kobanê û Malbatên Şehîdan sersaxiyê ji wan re dixwazin. Weke ku Malbata Şehîdên Qamişloyê diyar kirin, em jî heman sozê didin ku em ê di riya azadiyê de bi israr bimeşin."   Meş bi dirûşmên "Bimre Îxanet", "Faşîst Erdogan" û "Şehîd Namirin" bi dawî bû.