NÇM'ê bi minasebeta salvegera xwe pêşengeha wêneyan vekir 2021-11-11 15:12:18     AMED - NÇM'ê, bi minasebeta 30'yemîn salvegera damezrandina xwe li Navenda Çanda Dîcle Firatê ya Amedê pêşengeha wêneyan vekir.    Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), ji ber 30'yemîn salvegera damezrandina xwe li Navenda Çanda Dîcle Firatê yê Amedê pêşengeha wêneyê vekir. Di pêşangehê de wêneyên komele û saziyên girêdayî NÇM'ê hatin pêşandin.    'NÇM xwedî dîrokekî kevnar, çand û hûnerek serbixwe ye'   Destpêka bernameyê rêvebiriya Komeleya Çandê ya Dîcle Firatê Kîbar Sûvarî axivî û bal kişand ser avakirina NÇM'ê û got:"Wek fermî di sala 1991'ê de bi pêşengiya gelek rewşenbîr û hunermendan re ev 30 sal in ku NÇM bi navê azadiya çand û hunera bi kurdewarî hatiye avakirin. Her çiqas 30 sal wek fermî be jî, ev çand û huner kûrahiya xwe ji serê dîrokê digire û bi hezaran sal in ku tevahî berhemên xwe ve, îro, di roja me de xwe li vê derê dide der. Hûn îro, bi munasebeta 30 saliya me bûn mêvanên me, lê ji aliyê din, dibin mêvanê dîrokek kevnar, çand û hunerek serbixwe, ked û berhemên hezar salan."   'Kedeke mezin hat dayîn'   Kîbarê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn wan tevî zext û berdelên giran ev têkoşîna xwe ya ji bo çand û hunera kurdî berdewam kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev meşek dirêj bû û hûn dizanin kedek mezin, berhemên hêja û berdêlên giran hatin dayîn. Gelek saziyên me hatin girtin, gulebarankirin, şewitandin; gelek mamoste û rêveberên me hatin girtin, îşkence dîtin, hatin kuştin. Gelekî wana di vê riyê de jiyana xwe xerc kirin, ev roj nedîtin. Ji ber sedema girtinê, hefsê, sirgûnkirinê û bi mecbûrî derketina derve îro ne li vir in, nikarîn bên. Em bejna xwe li ber keda tevahiyan ditewînin, wan bi rêzdarî bi bîr tînin û silavên germ ji wan re dişînin. Em dê îro hatina we jî, ji bo hemû hevalên kû îro di van saziyan de cîh digirin re wek sipasiyekê qebûl bikin, bi vî awayî jî em pir kêfxweş û pir şanaz in."   Bername bi muzîk û gerandina govendê berdewam kir.   Her wiha wê piştî bernameyê îşev li Şanoya Bajêr a Amedê saet di 7'ê şev de lîstika Hema Hema Jin Elizabeht bê lîstin.