Emîne Şenyaşar: Bila qeydên li nexweşxaneyê derkevin holê 2021-11-11 13:17:38   RIHA - Emîne Şenyaşar a ku bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re ev 248 roj in nobeta edaletê didomîne û bi angaşta heqaret li Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye doz lê hatiye vekirin, wiha got: "Ez ê sibê ji dadgeran pirsa kujer kî ne bikim. Bila qeydên li nexweşxaneyê derkevin holê, kî sûcdar be bila cezayê xwe bikişîne. Êdî bes e."   Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê ku di 9'ê adarê de dest pê kiribû di roja 248'an de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz hatin kuştin û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji navçeya Pirsûsê hatin ber edliyeyê û li "Qoziya edaletê ya malbata Şenyaşar" dest bi nobetê kirin.     'Ez ê sibê ji dadgeran pirsa kujer kî ne bikim'   Emîne Şenayaşar, diyar kir ku wê sibehê derkeve danişîna doza ku bi angaşta heqaret li Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye lê hatiye vekirin û wiha got: "Beriya 3 sal û 5 mehan li ber çava komkujiyek pêk hat, lê li holê doza vê tune ye. Ez e sibehê derkevim pêşberî dadger. Ez ê sibehê ji dadgeran pirsa kujer kî ne bikim. Rewşa min her ku diçe girantir dibe. Bila qeydên li nexweşxaneyê derkevin holê, kî sûcdar be bila cezayê xwe bikişîne. Êdî bes e."   Danişîn sibehê ye   Wê danişîna doza ku li Şenyaşar hatiye vekirin sibehê saet 14.00'an de li 2'emîn Dadgeha Ceza ya Esliyeyê ya Rihayê bê dîtin.