Rêwiya Keştiya Azadiyê Anja: Divê Serok Apo Azad bibe 2021-11-11 10:02:07   Nişmiye Guler    İSTANBUL- Nivîskar Anja Flach a ku di Keştiya Azadiyê ya ji bo Abdullah Ocalan de cih girt, got fikrên Abdullah Ocalan nayên tecrîdkirin û divê azad bibe.   Kampanyayên ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji aliyê kurdan û dostên wan ve tên destpêkirin roj bi roj zêde dibin. Di vê çarçoveyê de Înîsiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî bi dirûşma "Dem hatiye, ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Aştî" kampanya da destpêkirin. Di çaroveya vê kampanyayê jî çalakiya "Keştiya Azadiyê" da destpêkirin. Di keştiyê de gelek siyasetmedar, hunermend, nivîskar, aktîvîst û nûnerên tevgera jinê cih digirin. Di keştiyê de bi giştî 37 kes cih digirin.      Keştî dê di 12'ê Mijdarê de li Napolî be   Keştiya Azadiyê ku ji bajarê Lavrioya Atînayê bi rê ket li bendê ye ku di 12'ê Mijdarê de li bajarê Napolî yê Îtalyayê be. Sedema tercîhkirina Napolî jî ew e ku Abdullah Ocalan berî bi 23 salan di vê dîrokê de ji Yewnanistanê çûye Îtalyayê.    'Em ji bo Azadiya Abdullah Ocalan hatin gel hev'   Nivîskar Anja Flach ku di keştiya Azadiyê de cih digire, diyar kir ku ew wekî kesên paradîgmaya Abdullah Ocalan di pejirînin hatine gel hev. Anja anî ziman ku gelek aktîvîst di vê çalakiyê de cih digirin û got, "Em ji bo ku azadiya Ocalan bixwazin di vê keştiyê de cih digirin."   Anja anî ziman ku Abdullah Ocalan li dijî kaosa ku pergala cîhanê di nav de cih digire paradîgmayeke nûh daniye holê û got, "Abdullah Ocalan çareseriya pirsgirêkan danî holê. Lê dewlet naxwazin ku ev pirsgirêk bên çareserkirin û ew dewlet dixwazin wî tune bikin. Em li dijî şer hatin gel hev. Em dixwazin li ser rêya Oclan bimeşin."   'Daxwaza me ku em tecrîdê bi dawî bikin'   Anja bal kişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan, got ku ev tecrîda fîzîkî li ser fikrên wî jî tê pêkanîn .Anja wiha dirêjî da axaftina xwe, "Daxwaza me bidawîkirina tecrîdê ye. Em ê di çalakiyên xwe de ji bo vê hewl bidin. Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin. Çareseriya pirsgirêkan di paradîgmaya wî de ye."   Anja, got ku ew plan dikin di 12'ê Mijdarê de li Napolî meşeke girseyî li dar bixin.