Li Bismilê hat îdîakirin ku jinekê întihar kiriye 2021-11-11 09:53:39   AMED - Li navçeya Bîsmîlê ya Amedê hate îdiâkirin ku jinekê bi çeka giran întîhar kiriye. Hat zanîn piştî bûyerê mêrÊ pê re zewicandî hatiye binçavkirin.   Li navçeya Bîsmîlê ya Amedê hate îdîakirin ku jinek bi navê Dîlek Bîtkîn bi awayekî guman li mala xwe bi çeka giran întîhar kiriye.  Hat zanîn piştî bûyerê mêrê pê re zewicandî Ahmet Bîtkîn hatiye binçavkirin û hê jî di bin çavan de ye. Hate ragihandin ku cihê bûyerê bi lez û bez hatiye paqîjkirin û di wê wextê de jinek jî hatiye binçavkirin. Her wiha 4 zarokên wan birine strargeha dewletê.   Hat hînbûn Dîlekê li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê tedawî dibe û rewşa wê giran e.